- Muzîkjen Wecker: Ez hêvî dikim ku nameya min û Elfriede Jelinek a ku wê li Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bê xwendin û strana min "Shame on Europe" bike ku mirov wêrek bibin.
REWŞAN DENIZ
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31´ê şemiya bê (09.09.2023) wê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê li dar bikeve. Muzîkjen Konstantin Wecker û xelatgira Xelata Nobelê ya Wêjeyê Elfriede Jelinek wê peyameke piştgiriyê ji festîvalê re bişînin. Her du jî îşaret bi giringiya civakeke xwediyê mafên wekhev dikin û banga piştgiriyê dikin. Jelinek û Wecker di heman demê de ji sefîrên Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ne.
Di festîvala îsal de wê gelek hunermend li ser dikê amade bin. Muzîsyenê navdar ê ji bajarê Elmanyayê Munchenê, Konstantin Wecker û xelatgira Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya ji Awusturyayê Elfriede Jelinek bi hev re metnekî piştgiriyê weşandin û gotin, “Em hîn bibin ji nû ve hîvî bikin, hêviyê ji jiyanê bikin, û tevahiya şerên dagirkeriyê rawestînin.” Strana “Shame on Europe” (Şerm bike Ewrûpa) ya Konstantin Wecker jî ji bo festîvalê hat wergerandin bi Kurdî. Beriya festîvalê em bi muzîsyen Wecker re li ser şert û mercên nebûna şer, tesîrên huner li ser civakê û Şoreşa Rojava peyivîn.
Ji bo peyama xwe ya hevpar a bi Elfriede Jelinek re ew dibêje, “Weke dijberekî leşkeriyê, ez dixwazim heta ku mumkin e gelek mirovan qanih bikim da ku li dijî mentiqê şerê dagirkeriyê [împeryal] bin û ji bo piştgiriya miletê Kurd ê mazlûm wan bînim cem hev. Lazim e xelkên dewletên weke Rûsya û Tirkiyeyê, yên ku şer li dijî gelan dikin, ji hikûmetên xwe yeqîn nekin. Lazim e miletê dewletên weke Elmanyayê yên ku destekê didin van şeran jî ji hikûmetên xwe bawer nekin. Lazim e ew hikûmetên xwe red bikin, li dijî şerên êrişê xwepêşandanan bikin, pêşiyê li firotin û veguhestina sîlehan bigirin. Ya ji hemûyan jî muhimtir ew e ku leşkerên van artêşên împeryal fîrar bikin: Heger li Rûsyayê bêhtir mirov leşkeriyê red bikin, ji artêşê fîrar bikin, şerê ku li Ukraynayê li dijî gel tê birêvebirin wê bisekine. Heger li dijî şerê rejîma Erdogan ê li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan nerazîbûneke civakî derkeve holê, xelk red bike ku leşkeriyê ji artêşê re bike, ev şerê ne hiqûqî yê li dijî Kurdan wê bisekine. Li Elmanyayê jî xelk divê ji ber desteka bi rejîma otorîter a Erdogan re, hikûmeta xwe protesto bikin, li dijî firotina sîlehan û peymana li dijî mirovahiyê ya li ser penaberan jî bi Kurdan re piştgiriyê bike û dakeve meydanan. Tenê bi vî awayî em dikarin dawiyê li şer û mirinên li ser sînorê Ewrûpayê bînin.”
Rola hunermendan
Li ser rola hunermandan ji bo biserxistina vê yekê jî Weckler dibêje, “Em hunermed bi muzîk, wêje, şano, filman dikarin mirovan teşwîq bikin da ku xwe biparêzin û nehêlin ku pêxemberên qelp û derewîn wan bixapînin. Huner pirrî caran dikare ji bo reşwên hovîtiya bêterîf hin nîşanan û zimanekî peyda bike. Bi vî awayî huner dikare tirsnakî û hovîtiya şer, mêhtingerî, komkujî û trawmayan gelemperî bike û em dikarin banga rûberhevbûnê bikin. Ev yek dike mexdûr bi awayekî civakî bên qebûl û naskirin, û pêşiyê li wê yekê vedike ku sûcên sûcdaran bên jibîrkirin.
Ji ber wê yekê, ez hêvî dikim ku nameya min û Elfriede Jelinek a ku wê li Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bê xwendin û strana min "Shame on Europe" bike ku mirov wêrek bibin.
Piştgiriya bi Kurdan re
Ji bo girîngiya piştgiriya bi Kurdan re jî muzîkjen Konstantin Wecker dibêje, “Utopyaya xwerêveberiyê ya Kurdan ji bo min û ji bo me hemûyan gelekî muhim e. Projeya xwerêveberiyê ya li Rojava, bi salan e ji bo gelek mirovan bû hêvî li dijî nijadperestî, nifrîn û hilweşandinê. Wekî din ji bo me antî-faşîstan û dijberên şerî yên li dinyayê jî Rojava utopyayeke muhim e. Îro ji erkên me ye ku em bikin utopyaya ji bo herkesî civakeke adil li Rojava û Kurdistanê bimîne û dewam bike. Ev me hemûyan elaqedar dike.”
Konstantin Wecker kî ye?
Konstantin Wecker sala 1947’an hatiye dine û li maleke antî-faşîst a li Munchenê mezin bûye. Bavê hunermendî red kir ku ji artêşa Elmanyaya serdema Hitler re leşkeriyê bike. Dayika wî jî heta ku wefat kir her bi kurê xwe re diçû çalakiyên li dijî faşîzmê. Wecker muzîsyen e û pê re jî bestekar û şair e. Bi dehan sal in ku li dijî faşîzmê û şeran têdikoşe. Ew di nava tevgerên li dijî bêedaletiya civakî, li dijî nukleerê û yên ji bo parastina hawîrdorê cihê xwe digire. Wecker wekî din bi muzîsyenên sirgûnkirî re jî piştgiriya xwe dewam dike.