Em hêza xwe ji gel digrin
Şemî 22 Sibat 2025 - 03:15
Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kirin ku ew hêz û vîna xwe ji berxwedana gel digrin û got:"Tevî êrîş û gefên dagirkeriyê yên li ser herêmê jî gel dev ji berxwedana xwe bernade û teslîmiyetê qebûl nake."
13 sal in ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide axa Rojava dagir bike û destkeftiyên ku şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dest xistine, têk bibe. Li hemberî van hewldanan gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe berxwedaneke dîrokî dinivîsîne. Her wiha şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bi lehengî têdikoşin. Erka parastina ax û destkeftiyên xwe hildane ser milên xwe. Şervanan bi berxwedana xwe DAIŞ’ê têk birin û herêma xwe parastin. Berxwedana gel û şervanan a li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê jî nîşan dide ku wê nehêlin tu kes axa wan dagir bike.
Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kirin ku ew ji bo parastina ax û gelê xwe her dem li ser piyan in û tu car teslîmiyetê qebûl nakin, ji ber ku bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin.
Em berxwedana xwe didomînin
Arîn Ehmed bi şandina silavên xwe ji berxwedana Îmraliyê re dest bi gotinên xwe kir û wiha got: "Em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe riya aştî û ewlehiyê nîşanî gelan da. Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me êrîşan pêk tîne. Tevî êrîş û gefên dagirkeriyê yên li ser herêmê jî gel dev ji berxwedana xwe bernade û teslîmiyetê qebûl nake. Em berxwedana xwe didomînin."
Em hêza xwe ji gel digrin
Arîn Ehmed destnîşan kir ku ew hêz û vîna xwe ji berxwedan û sekna gel digrin û wiha got: "Tevî ku rojane pakrewan û birîndar çêdibin jî berxwedan û sekna gel a li Bendava Tişrînê bersiva herî mezin e ji bo êrîşên dagirkeriyê. Ji bendava berxwedanê peyama ku tu kes nikare axa me dagir bike ji dinyayê re radigihînin. Em şervan jî hêz û vîna xwe ji berxwedan û sekna gelê xwe digrin."
Li ber xwe didin
Viyan Kobanê jî qala berxwedana gel û şervanan a li hemberî dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Em di pêvajoyeke gelek girîng û giran re derbas dibin. Berxwedan û vîna gelan ji teknîk û êrîşên dagirkeriyê mezintir e. Erdogan bi balafiran êrîşî gel dike. Gel jî peyama berxwedan û têkoşînê dide. YPJ’ê di pêvajoya parastina axa xwe de rolek mezin lîst û nehişt ku dagirkerî xaka wê dagir bike. "
YPJ ji bo jinan bûye hêvî
Viyan Kobanê diyar kir ku YPJ ji jinan re bûye hêvî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji aliyê civak û malbatê ve her dem jin di warê azadiyê de hatine astengkirin. Bi kolekirinê re rûbirû mane. YPJ jî ji bo wan jinan hêvî ye. Divê ew di aliyê têkoşînê de xwe perwerde û bi hêz bikin, bibin xwedî îrade û biryar."
NÛJINHA/KOBANÊ/HESNA MIHEMED