• PKK’ê li ser komkujiya Parîsê ya 9ʼê Çile ya 2013ʼan daxuyaniyek da û komkujî weke guleya li xuşk û biratiya gelan û mirovatiya azad hatiye reşandin destnîşan kir û got: “Di sala nehan de li dijî komkujiya Parîsê em ê têkoşînê bi pêngava xwe ya berxwedanê ‘’Dema Azadiyê’’ re bikin yek, li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bi rengekî xurtir geş bikin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkilî salvegera komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an a Parîsê ku tê de yek ji damezirandina PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez (Ronahî) hatibûn qetilkirin daxuyanî da û got, ‘’9’ê Çile di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de bi esasî gule li azadiya jinê hatiye reşandin û xwestin tevgera azadiya jinê asteng bikin da ku hişmendiya serwer a mêr û siyaseta wê were domandin.’’

PKK’ê di daxuyaniyê de got: ‘’9’ê Çile ya 2013’an li paytexta Fransayê Parîsê rêxistina îstîxbarî ya Tirk MÎT’ê bi bêbextî hevrê û hevalên me qetil kir. Di sala 9’an a komkujiyê de em ê bi awayekî xurt ji kujerên faşîst hesab bipirsin û armancên şehîdan bi ser bixin.”

Komkujî AKPʼê kiriye

Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an komkujiyeke AKP’ê bû. Piştî komkujiyê bi 13 mehan komkujiya Roboskî kiriye. Biryara komkujiyê hikûmeta AKP’ê ya bi Seroktiya Tayyîp Erdogan daye, komkujî ji hêla rêxistina îstîxbaratê MÎT’ê ya bi seroktiya Hakan Fîdan hatiye pîlankirin û bicihanîn.

Ev hemû ji hêla Dozgeriya Fransayê ve hatiye eşkerekirin û li gel ku di îdîanameyê de hatiye nivisîn jî, beriya ku dadgeh dest pê bike bi bîst rojan hatiye aşkerekirin ku kujer Omer Guney li girtîgeha ku lê dima miriye, bi vî awayî doz hatiye betalkirin. Bi vî rengî daraza Fransayê ji Hikûmeta Tayyîp Erdogan a kujer hesab nepirsiye û hewcehiyên dadmendiyê nehatiye bicihanîn. Daraza Fransayê bi vî rengî xwe kiriye hevkarê sûc. Ji vê jî wêdetir Omer Guney mir, an hate kuştin, an jî bi gotina, ‘’mir’’ ji girtîgehê hate derxistin û birin devereke din, ji ber ku darizandin nehate kirin, yek ji van zelal nebû û weke pirsekê man.

Gule berdan çareseriyê

Ji ber vê guleya ku 9’ê Çile ya 2013’an a li hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî hatî reşandin li Rêber Apo, li gelê Kurd û li Tevgera Azadiyê hatiye reşandin. Ev gule bi esasî guleyên faşîst-qirker in ku li çareseriya demokratîk a pirsa Kurdan hatine reşandin. 9’ê Çile di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de bi esasî gule li azadiya jinê hatiye reşandin û bi astengkirina tevgera azadiya jinê xwestine ku hişmendiya serwer a mêr û siyaset wî were domandin. 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê gule li xuşk û biratiya gelan, li mirovahiya azad hatiye reşandin.

Xeta serfiraziyê pêk bînin

Di sala 9’an de têkoşîna li dijî komkujiya Parîsê bi pêngava me ya berxwedanê ‘’Dema Azadiyê ye’’ bikin yek, li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn û li çar hêlên cîhanê em ê geştir bikin. Bi şikandina tecrîda Imraliyê, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, li dijî dagirkeriya TC’ê li her qadê bi berxwedanê em ê ji faşîstên komkujiya Parîsê bi rengekî xurtir hesab bipirsin. Em ê armancên şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî di azadiya Rêber Apo, di Kurdistana Azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk de pêk bînin. Em Tevger, gel û dostên me li ser xeta Apoyî li ser şopa şehîdên me yên leheng ji bo azadiyê em ê bi rengekî xurtir li ber xwe bidin û hê mezintir bi ser bikevin.

Li ser vî bingehî, di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên şoreşger, demokrat dikin ku di salvegera heştan a komkujiya Parîsê de bi rengekî xurtir û girseyî bi çalakiyan protesto bikin, li her qadê bi rengekî xurt tevlî çalakiyên protestoyî bibin, di sala nehan de li dijî komkujiya Parîsê û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê li ser xeta serfiraziyê ya Pêngava Berxwedanê ya Dema Azadiyê ye geş bikin û bi çalakiyên zengîn bimeşînin.’’

ANF/BEHDÎNAN