Em gelê xwe bêparastin nahêlin

Çarşem 18 Hezîran 2025 - 03:35

Berdevkê Têkiliyên Derve yê PJAK'ê Zegrus Enderyarî anî ziman ku ew aliyekî şerê Îsraîl-Îranê nînin û bang li hêzên Rojhilatî kir ku bi hev re tevbigerin û got:"Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin. Li her qadê em amade û bi rêxistin in."

Enderyarî anî ziman ku piştî êrîşên berfireh ên Îsraîlê yên li ser Îranê, Îranê jî bi êrîşên fuzeyan bersiv da û da zanîn ev pêvajo ji şerekî leşkerî wêdetir ji bo gelê Îranê tê wateya krîzeke kûr û got:"Gelê Îranê ji xwe di bin ambargoyên aboriyê, zextên siyasî û şert û mercên giran ên jiyanê de dieciqe. Niha jî vî şerî barê li ser milê gel hîn zêde kir."

Dibe ku rejîm êrişê civakê bike

Enderyarî ragihand ku rewşa li Rojhilatê Kurdistanê bi heman rengî nebaş bûye, dewleta Îranê di her dema krîzê de bi ser navxweyî ve diçe, bi taybetî jî êrîşî derdorên şoreşger û pêşverû dike û got:"Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li Îranê enerjiyeke civakî ya mezin afirandibû. Piştevaniyeke mezin a civakî û berxwedan afirandibû. Dibe ku rejîm êrîşên Îsraîlê bike bahane û êrîşî vê piştevaniyê bike. Dibe ku zextên li ser girtiyên siyasî, kesayetên pêşengên civakê û şoreşgeran ji nû ve giran bike, darvekirinan zêde bike."

Divê Kurd yekîtiyê xurt bikin

Zegrus Enderyarî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê gel bi rêxistin be, di nava piştevaniyê de be û got:"Li hemberî tepisandina gel ji aliyê rejîma Îranê ve, li her derê rêxistiniya civakî şert e. Em weke PJAK bi salan e bi vê têgihiştinê dixebitin û bi rêxistin in. Em ê gelê xwe bi tenê û bêparastin nehêlin. Li her qadê em amade ne, bi rêxistin in û xwedî wê kapasîteyê ne ku parastina xwe ya civakî bikin."

Enderyarî anî ziman ku tevlîheviya li Rojhilata Navîn û şerê navbera Îran û Îsraîlê divê ji aliyê Kurdan ve bi baldarî bê nirxandin û bang li siyaseta Kurd bi taybetî jî hêzên Rojhilatî kir ku li hemberî vê yekê bi hev re tevbigerin û got:"Piştî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî di navbera hêzên Kurd de zemîneke yekîtiyê ya şênber bi pêşengiya PJAK'ê ava bû. Ev yekîtî û hevgirtin di asta jiyanê de girîng e ji bo gelê me. Di nava şer de ev piştevanî ji bo gelê me girîng e."

Em ne aliyê şer in

Enderyarî destnîşan kir ku Kurdên li Rojhilat û parçeyên din ên Kurdistanê ti carî naxwaze bibe parçeyekî şerê li Rojhilata Navîn û got:"Em li Rojhilata Navîn il derveyî desthilatdariyê heyî û siyasetên şerkirinê, feraseta siyasî ya rêya sêyemîn diparêzin. Em modela rêveberiya xwecihî û bi hev re ya gelan diparêzin. Em di vî şerî de alî nînin, em naxwazin gelên xwe bikin parçeyekî vî şerî. Çareserî di avakirina jiyaneke demokratîk û bi hev re ya gelan de ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû civakên olî û entîkî yên li Îranê em jiyaneke hevpar a xweseriya demokratîk pêşniyar dikin. Rejîma Îranê bi afirandina nakokiyên navbera gelan dixwaze rêveberiya xwe dewam bike. Em siyaseteke welê dimeşînin ku van nakokiyan ji holê rake û piştevaniya gelan ji xwe re dike esas. Jiyaneke hevpar a bi sîstemeke gelparêz, li ser bingeha xwecihî û demokratîk pêkan e û em dixwazin vê yekê bi cih bînin."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.