Em ê wicdanê xwe ezîm bikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 24 Adar 2023 - 02:34

ARAM PÎRO/FRANKFURT

 

Meha Remezanê doh dest pê kir. 20’ê Nîsanê yekşemê êvarê jî bi erefa Cejna Remezanê re bi dawî bibe. Cejn jî 21, 22 û 23´yê Nîsanê ye. 

Ji ber erdhejê, gelek çalakî û xêr û qenciyên Remezanê, wê îsal ji bo hewarê bin. Em serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Ahmet Hafiz Turhalli re li ser maneya Remezanê û xasma di vê rewşa hewarê de xêr û xêratên Remezanê peyivîn. Turhalli ji bo maneya Remezanê ji bo civaka xwe got, “Ji bo me Misilmanan, beriya her tiştî ezîmkirina wicdanî, bipaşxistina madeyê, bipêşxistina ruhî û yekîtiya manewî gelekî muhim e. Di serdema pêxember de Remezan meheke ji bo hewldanan avakirina parvekirin, biratî, aştî û edaletê bû.”

Turhalli, rojî weke hîndariyeke civakî ya îradeya mirov li ser nefsê bi nav kir û got, “Em rojî digirin û lazim e rojî jî me bigire. Yanî rojî me ji guneh û şaşiyên me dûr bigire, nehêle em zirarê bidin mirovên din û hawîrdorê. Heger em ê rojî bigirin, em weke mirovên dilbirehm, yên wicdanî ezîm dikin, destê alîkariyê didin mirovan rojiyê bigirin.”

 

Zekat û fitre ji bo hewara erdhejê

Turhalli îşaret bi girîngiya parvekirinê û hewarê di meha Remezanê de kir û got, îsal ew ê tevahiya zekat û fitreyên îsal ji bo hewara mexdûrên erdhejê ji kesên hewcedar re bişînin. Ji bo bernameyên fitaran ên meha Remezanê jî Turhalli got, “Her kesê rojî bigire, li ser wî ferz e ku mirovên li deverên erdhejê bîne bîra xwe, hewl bide heger pêdiviyên wan hebin van pêdiviyan dabîn bikin; vê yekê ji xwe re weke berpirsiyarî bibînin. Jixwe îbadeta rojiyê jî ev bi xwe ye. Em weke CÎK´ê li qederê 60-70 mizgeftên xwe em ê hewl bidin fitarê bidin penaberên li wargehan, xwendekaran. Di heman demê de em ê nexasim jî ji bo mexdûrên erdhejên xêran, zekat, fitre û sedeqeyan berhev bikin, û bigihînin kesên hewcedar. 

Hem li vir û hem li welat em ê bi can û dil pêngaveke alîkariyê bidin destpêkirin. Em ê daimen bernameyan çêkin û di cejnê de jî bigihînin encamê. Em ê di ser medyayên cihê û kanala xwe ya televizyonê ya neteweyî re bernameyan çêkin û biweşînin. Em ê vê bikin da ku em Îslama Demokratîk ji xelkê re vebêjin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.