KON-MED û pêkhateyên wê, tevî Kurdistanî û nûnerên sazî û rêxistinên Tirkiyeyî bi hev re li Elmanyayê daxuyaniyeke hevbeş dan û ji bo beşdarbûna pêngava “dem hatiye” bang kirin.
Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) û federasyonên bi ser ve tevî gelek sazî û dezgehan doh li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê civîneke çapemeniyê pêk anîn. Saziyan ragihand ku wê bi awayekî aktîf beşdarî pêngava “Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” bibin û ji bo beşdariya çalakiyên 10ʼê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan bibin.
Hevserokê KON-MEDê Tahir Koçer axivî û diyarkir ku wê tevî pêkhateyên xwe hemûyan bi awayekî çalak beşdarî pêngavê bibin.
Li ser navê HDPê Faysal Sariyildiz axivî û got, di şexsê Rêber Apo de bi mîlyonan mirov di esaretê de ne.
Dema pankarta li ser nivîsandî "Die Zeit ist reif, Freiheit für Öcalan" nivîsandî hat hildan bi sedema wêneyê Rêber Apo li ser hebû hat astengkirin. Y.ÖZGÜR POLİTİKA/FRANKFURT