Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Li hember van êrişan beşên civakê yên cuda diyar kirin ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê li hember van êrişan bisekinin û bê bersiv nehêlin.
Yek ji şêxên eşîra El Bo Xetab a Ereb û cîgirê serokê meclisa eşîrê Ehmed Hiwêder li ser êrişên li dijî herêmê axivî û got: "Em sûriyeyî bi tevahî bi gelê xwe serbilind bin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ne li dijî partî yan jî rêveberiyekê ye, lê belê li dijî tevahî pêkhateyan e. Heta penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê jî ji van êrişan bê par neman û hewl dide wan bi darê zorê derxe. Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî jin, zarok, rûspî û ciwanan in. Em li hember van êrişan destgirêdayî namînin û wê êrişên li dijî şervanên parastina xak, gel û rûmeta me dikin, bê bersiv nemînin.”
Şêx Ehmed Hiwêder bang li rêxistinên hiqûqî û Konseya Ewlehiyê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk berpirsyar bin.
Endamê Nivîsgeha Partiya Pêşxistin û Guhartina Nîştimanî ya Demokratîk Hemîd Ebdo jî diyar kir wê birêxistinbûyîna gel li hember êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û got: "Em bang li tevahî ciwanan dikin ku li hember van êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me û yên bi armanca parçekirina me, xwe bi rêxistin bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN