Em ê Rojava biparêzin

Sêşem 28 Çile 2025 - 03:30

  • Li seranserî Ewrûpayê Kurd û dostên xwe ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana gel û şervanan a li Bendava Tişrînê, herikîn meydanan.

Li gelek navendên Ewrûpayê, Kurd û dostên xwe salvegera rizgarkirinê û berxwedana li bendava Tişrînê, bi çalakiyên cihêreng pêşiwazî kirin.

BARCELONA

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hezaran Kurd, dostên wan, siyasetmedar, sendîkavan, akademîsyen, rêxistinên jin û ciwanan li Qada Ramla del Raval a Barcelonayê hatin ba hev. Di meşa ku li ber Konsolosxaneya Tirk bi dawî bû, çalakgeran dewleta Tirk û rejîma Erdogan şermezar kirin û her wiha bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava tên kirin şermezarvkirin. Di axaftinan de hate gotin ku divê hevgirtin hîn zêdetir bê zêdekirin. Berxwedana Rojava ne tenê ji bo herêmekê ji bo hemû mirovahiyê çavkaniya îlhamê ye. Di çalakiyê de berxwedana gelê Kurd hate silavkirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya TJK-E û CDK’ê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava bi mitîngekî hate protestokirin û berxwedana Tişrînê hate silavkirin.

Di mitîngê de danezana ku êrîşên li ser Rojava protesto dike, hate xwendin û bang li gelê Kurd û dostên wan hat kirin ku li gel berxwedanê cih bigirin û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava bidomînin.

AMSTERDAM

Kurdistanî û dostên wan li Leidsplein ya li navenda Amsterdam a paytexta Hollandayê li hev civiyan û bi armanca protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş lidarxistin. Girse bi sirûdên li ser berxwedana û şoreşa Rojava û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” heta qada Damê meşiyan. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê SMO’yê hatin eşkerekirin û hat xwestin ku demildest statuya fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin. Meşa ku enternasyonalîst jî lê amade bûn, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

HEIDELBERG

Bi sedan enternasyonalîst li meydana Bismarckplatz a Heidelberg ê ku yek ji bajarên dîrokî yên Elmanyayê ye li hev civiyan û li dijî komkujiyên sivîlan ên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, meşiyan. Enternasyonalistan bi dirûşma “Freiheit Fur Rojava” heta kolana herî qelebaliz a bajûr meşiyan û pankarta mezin a “KOBANÊ, Frieden Fur Die Volker Syriens" li ser kelha bajarê dîrokî ya Heidelbergê daliqandin. Enternasyonalistan berxwedana Kobanê ya ku bûye sembola azadiyê ya cîhanê silav kirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê meş û mîtîng hate lidarxistin.

Di çalakiyê de berxwedana ku li Bendava Tişrînê tê berdewamkirin, hate silavkirin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxedana Tişrînê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.

LEIPZIG

Li bajarê Leipzig bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê, ji aliyê Kurd û enternasyonalîstan ve meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mînaka jiyaneke demokratîk û azad a li Rojhilata Navîn, li Rojava tê jiyankirin û hat destnîşankirin ku mîna 10 salên berê, wê îro jî Rojava were parastin.

OSNABRUCK

Li bajarê Osnabruck bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hat protestokirin. Di çalakiyê de li ser navê TCŞ Osnabruckê daxuyanî hat xwendin û wiha hate gotin:“Dewleta Tirk a dagirker çekên ji Elmanya û Emerîkayê girtine li dijî Kurdan bikartîne. Gelê sivîl bombebaran dike.Dewleta Tirk a dagirker sûcê şer û mirovahiyê dike. Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk bi hevkariya bi Elmanya û welatên Rojavayî re hêsan dibe.”

LONDON

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşegiya Meclîsa Gelê Kurd a Londonê û Meclîsa Jinê ya Jiyan li pêşiya avahiya BCC’ê li hev civiyan, 10’emîn salvgera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê bi coş pîroz kirin û berxwedana Tişrînê silav kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst li Rojava sivîlan qetil dike û wiha hate gotin:“Divê em li dijî zilmeke wiha bêdeng nemînin. Em bang li her kesî dikin ku li her derê li ber xwe bidin.” Piştî axaftinan girse çalakiyê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî kir.

MANCHESTER

Li yek ji bajarên girîng ê Îngilistanê Manchesterê jî bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê bi dirûşmeya “Defend Rojava” meş hate lidarxistin. Kurd û enternasyonalîst beşdarî meşa li navenda bajêr bûn. Di axaftinên çalakiyê de hate xwestin ku di asta navneteweyî de helwest li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin. Kesên derdor eleqeyekî mezin nîşanî meşa girseyê dan.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê Non Uno Di Meno, UİKİ û Komleya Kurd a Ararat çalakiyekî hevpar hate lidarxistin.

Di çalakiyê de vîdeoyên kurt ên derbarê dîroka Yekîneyên Parastina Jin (YPG) û berxwedana Rojava û fîlma Berfîn ku li Kobanê hat kişandin, hatin pêşandan. Piştî pêşandana fîlmê beşdaran axaftinên kurt kirin û berxwedana li Bendava Tişrînê silav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.