Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît tevlî bernameyeke Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên Serdar Eren. Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û got:"Di nava pêvajoya derbasbûyî de çalakiyên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê dewam kirin. Pêngava azadiyê ya navneteweyî hem li qada navneteweyî dewam dike hem jî di çarçoveya pêngavê de gelê Kurd daxwazên xwe hevpar dike û dimeşîne. Ne tenê çalakiyên yekser ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têne lidarxistin, di heman demê de gelê Kurd di her mijarê de pêwendiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO datîne. Gelê Kurd çarenûs û paşeroja xwe bi azadiya Rêber Apo re kiriye yek. Her kesên ku ji bo demokrasî, mafên mirovan, nasnameya Kurd, azadiya Rêber Apo rabûne ser piyan silav dikim."

PDK rêya dagirkeriyê xweş dike

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît şerê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê nirxand û got:"Hin derdoran atmosfereke welê afirandin ku dewleta Tirk wê di destpêka biharê de operasyoneke berfireh bike. Ji 16'ê Gulanê û pê ve şer derbasî demeke nû bû. Li herêma Metînayê giran bûye. Bi bicihbûna li qadên PDK'ê hewl didin bi bandor bibin. Têkoşîneke stratejîk a şerê me yê hebûn û azadiyê tê meşandin. Îlhaq ji dagirkeriyê cuda ye, tê wateya desteserkirina cihekî. Tê gotin, xwedî armanceke bi vî rengî ne. Li Hatayê pêvajoyeke bi vî rengî bû, Tirkiye ji Hatayê derneket. Tirkiye di serî de Mûsil û Kerkûk li hemû herêmên Kurdan xwe dike xwedî. Van deveran weke herêmên Mîsakî Mîlî pênase dike. Weke argûman jî dijberiya li PKK'ê bi kar tîne. Bi vî rengî ket nava Başûr. Hin siyasetmedarên Başûrî, hin rewşenbîrên Iraqî helwestê nîşan didin. Li Başûrê Kurdistanê civakeke welatparêz heye. Ji ber ku pêşengê xwe nîne nikare zêde dengê xwe bilind bike. Hin derdor jî dengê xwe bilind dike lê gelekî kêm dimîne. Artêşa Tirk dixwaze li Başûrê Kurdistanê mayinde be. Li Başûrê Kurdistanê artêşa Tirk bendên kontrolê daniye. Rayedarên PDK'ê li şûna ku îzahatê ji vê yekê re bikin, li şûna ku helwestê nîşan bidin, bi rêya yên ku li gel MÎT'ê bi rêxistin kiriye daxuyaniyeke hevpar dide û dibêje 'Şewatên li Başûr bi destê PKK'ê hatine kirin'. Sextekarî û namerdî tenê di vê astê de dikare bê kirin. PDK Başûr weke milkê xwe dibîne. PDK li qadên ku qaşo lê serwer e bûye xulamê dewleta Tirk. Bûye parêzvanê wan. Eger artêşa Tirk dikare ewqasî bi hêsanî li Metîna, Amediyê, Dihokê tevbigere, ev yek bi saya PDK'ê ye. Wekî din artêşa Tirk çawa dikarîbû bihata vê derê? PDK bingehê ji vê re amade dike. PDK bi hêzeke ku êrişî hebûna civaka Kurd dike di nava têkiliyeke xiyanetê de ye. Em ê rê nedin dagirkeran. Kurdistan di dilê me de yek e. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye ku dibêjin 'PKK rêxistineke Bakur e'. Na! PKK rêxistineke neteweya demokratîk a civaka Kurdistanê ye. Dewletê naxwaze, têkoşîneke xwe dispêre xweseriyê dimeşîne. Çar parçeyên Kurdistanê di nava yekbûyî de dibîne. Li dijî vê lîstika ku li ser Başûrê Kurdistanê tê lîstin divê civaka demokratîk rabe ser piyan. Divê gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê bi rengekî radîkal li ber PDK'ê û artêşa Tirk rabe û helwestê nîşan bide."

BEHDÎNAN