- Kongreya Star a Rojava kongreya xwe ya 8ʼan li bajarokê Rimêlan li dar dixe.
Kongreya Star a Rojava, kongreya xwe ya 8´an bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin" li bajarokê Rimêlanê li dar xist. Piştî rêzekonferansên ku li tevahî bajar, navçe û kantonan hatin çêkirin, doh jî kongreya Kongra Star a Rojava dest bi bernameyê xwe kir. Kongre li bajarokê Rimêlan ê ser bi Girkêlegê yê Kantona Qamişloyê li navenda Çand û Huner a Aram Tîgran bi beşdariya 300 delegeyên jin dest pê kir. Di kongreyê de jin ji hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê Kobanê, Cizîrê û Efrînê tevlî kongreye bûne. Her wiha nûnerên jin ji herêmên Ereban, Tebqa, Reqa, Minbic û Dêra Zorê ji bo kongreyê hatin vexwendin.
Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd axaftina destpêkê kir û got, "Em bixêrhatina beşdarvanên jinê yên kongreyê dikin. Jina Rojava li Kurdistanê pêşengtiya sîstema demokratîk dike. Li beramberî faşîzmê em têdikoşin. Şerên li ser civakan hatine ferzkirin, bi xwe re encamên xerab anîn. Vê aloziyê tecawiz, tundî, qetilkirin û koçberî bi xwe re anîn. Jinan bi îradeya xwe avakirinên bi nirx bi ser xistin. Li ser vî esasî em ê hemû hêzên qirker têk bibin û rêxistina xwe xurt bikin. Berxwedana jinên azad wê bi ser bikeve."
Jina Rojava netewe demokratîk mayînde dike
Li ser navê Hêzên Yekineyên Parastina Jinê (YPJ) Zeyneb Efrîn jî peyibvî û got, "Ji bo ku şoreş bi ser bikeve, jin her ji bo serketinê têkoşiyane. Ji bo ku em karibin di şerê xwe de bi ser bikevin, em ê rêxistina xwe xurt bikin. Pîlanên li dijî şoreşa me, barê me giran dikin. Pêwist e em vê axê bi hemû jiyan û hêza xwe biparêzin. "
Li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevseroka Desteya Rêveber Bêrîvan Xalid jî wiha peyivî: "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, rêxistina jinê ev dirûşm ne tenê wisa hişt ku bi rastî vîna jinê bû bingeha şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jina ku bû rêveber, dikarîbû îsbata wê bike. Ya ku pergala netewa demokratîk mayinde bike, jina Rojavayê Kurdistanê ye."
Piştî axaftinan, jinên têkoşerên azadiyê bi xelatkirina dayikên wan hatin bibîranîn, her wiha sînevîzyonek li ser kar û xebatên Kongreya Starê hat nîşandan.
Perspektifên Rêber Abdullah Ocalan derbarê jinan de hatin xwendin. Her wiha rapora Kongreya Star a du salên bihurî, hat xwendin û li serê nîqaş hatin kirin. Li gorî bernameyê paşê wê li pêşniyazên jinan derbarê kongreyê de bê guhdarîkirin û biryar bên girtin. Di dawiya kongreyê de Koordînasyona Kongreya Star a Rojava ya ji 5 jinan wê bê hilbijratin.
QAMIŞLO