Jinên Îranî ragihandin ku ew ji bo dawî li rejîmê bînin şer dikin.

Dozgerê Îranê Mohammad Jafar Montazerî gotibû, ew ê polîsên ‘exlaqî’ ji holê rakin. 

Jinên Îranî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya dozger didin û dibêjin; ew li dijî vê rejîmê têdikoşin û şer dikin.

Aktîvîsta femînîst a Îranî Nesrîn Afzalî dibêje; dibêjin polîsên ‘ehlaqê’ rakirine. Lê di navbera daxuyaniya hukûmetê û lîderê olî Hamaney de nakokî hene. 

 

Medya rojavayî derewan dike

Mahtab Mahbûb jî bal kişand ser girîngiya dîrokî ya grev û raperîna li Îranê û diyar kir ku di nava çend rojan de derbarê 20 kesan de cezayê bidarvekirinê hatiye birrîn û gelek kes jî bidarvekirinê re rûbirû ne. 

Mahbûb got; niha gel û xwendekar li kampûsan û kolanan, bi duruşmeyên divê dîktator bê kuştin, em li dijî xizanî, gendelî, enflasyon û koka rejîmê bînin, şer dikin berz dikin û li berxwe didin. 

Mahtab Mahbûb da zanîn medyaya rojavayî nûçeyên derew diweşînin û dibêjin wê şoreş têk biçe. Medya rojavayî bi rakirina polîsên ehlaq mijûl dibe. 

Mahbûb dibêje; medya komkujî, zilm û hovîtiya heyî nabîne. Divê dijminahiya li gel tê kirin bibîne. Beriya hertiştî berxwedana gel were nîşandan. Heta ku zîhniyet û bingeha rejîmê neyê guhertin, polîsên ehlaqê bê rakirin jî tiştek naguhere. 

Fîrûzeh Asadî ku ji ber ewlekariyê navê xwe eşkere nekir jî dibêje; daxwaza gel ew e ku pergal ji binî ve were guhertin û pergaleke nû were afirandin. 

 

Divê rojnamevan wêrek bin

Pûne Aştiyanî jî ji ber ewlehiya xwe navê xwe guhert, da zanîn li Îranê ragihandineke rasteqîn nîne û xelkê bi xwe ragihandina xwe avakiriye. 

Aştiyanî bang li rojnamevanan dike û dibêje; bi wêrekî tevbigerin. Em ê tu carî dest ji tekoşîna li dijî rejîmê bernedin.