Em ê hîn tengavtir bikin!

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 03:05

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bersiva pirsên Medya Haber TV ên têkildarî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê da. Karasû nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk hewl dide li ser tecrîda Îmraliyê bazariyê bike û got:“Li ser Rêbertî şantaj li me tê kirin. Ev şantaj hate redkirin. Ev helwesta PKK’ê ye, helwesta Apoyî ye, helwesta Rêbertî û gelê me ye. Ev nîşan dide ku dewleta Tirk tengav bûye. Em hîn tengavtir bikin.”

Agahiya ku heval Besê eşkere kirî, girîng bû. Dema ev agahî gihişt me, bi rastî jî em hêrs bûn. Car din hat fêmkirin ku dewleta Tirk vê tevgerê û Rêber Apo nas nake. Li aliyê din car din hate dîtin ku dewleta Tirk dewleteke şantajê ye. Di rastiyê de şantajekê dike. Li ser Rêbertî şantajê li me dike. Bi gotina, ‘em ê bikin ku bila bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, lê eger ev tişt bên kirin.’ Yanî ev bi eşkere tê wateya ku ‘em ê nehêlin hevdîtin were kirin’.

Ji ber ku ew pêşniyareke wiha dikin. Bi îhtîmala mezin dizanin ku ev pêşniyar helbet nayê qebûlkirin. Yanî dema ez dibêjim Tevgerê nas nakin, di rastiyê de Tevgerê nas dikin, lê ji bo ku ez diyar bikim pêşniyareke wiha bêexlaqî ye. Helbet ev şantaj ji aliyê Tevgera me ve hate redkirin. Ev helwesta PKK’ê ye, helwesta Apoyî ye, helwesta Rêbertî û gelê me ye. Gelekî ku 50 sal in ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê dimeşîne, têkoşîneke bi rûmet dimeşîne, yanî eşkere ye ku ev gel û tevger wê şantajeke wiha red bikin.

Helwesta tevgera me zelal e!

Lê ev heye, çima tişteke wiha pêşniyar kirin, nêzîkatiyeke wiha raber dikin? Di rastiyê de ew jî zehmetî dijîn. Me berê got ya, CPT zehmetî dijî, neçar dimîne daxuyaniyan bide. Dewleta Tirk jî zehmetî dijî. Ji ber ku ketiye zehmetiyê, gotin ‘em ê bikin ku hevdîtinê bike, lê divê ev yek werin kirin’ yan jî ‘em ê bikin ku hevdîtinê bike, lê PKK li pêşiya hevdîtinê asteng e’. Di rastiyê de armanceke wî ya wiha jî heye. Yanî di rastiyê de ‘me wê bikira ku bi malbata xwe û parêzeran re hevdîtinê bike, lê PKK’ê red kir’, bi vî rengî hewl didin hişmendiyeke li gorî xwe biafirînin. Helbet evane nêzîkatiyên vale ne. Ev gel, dostên li cîhanê dizanin ku Tevgera me ji bo Rêbertî çiqas hesas in.

Mijara ku em herî zêde lê hesas, Rêbertî ye. Ez dikarim vê jî bi rehetî bêjim. Di dîrokê de ti gel, ti tevger di vê astê de xwedî li Rêbertiya xwe derneketiye. Bi rastî jî asta xwedî derketina li Rêbertiya me, pir bilind e. Helbet tişta ku ev dilsozî afirandî jî, dilsoziya şehîdên me, fedayiyên me ya bi Rêbertî re ye.

Tevgera me, piştî Rêbertî hat dîlgirtin jî dilsoziyeke mezin nîşanî Rêbertiya me da. Li ser xeta wî meşiya. Têkildarî vê yekê teredutek herî biçûk jî nîşan neda. Hetanî roja îro em di asta herî bilind de, xwedî li Rêbertî derketin. Lewma CPT wiha dikeve zehmetiyê, dewleta Tirk zehmetî dijî. Helbet Tevgera me ev nêzîkatî tavilê red kir. Heval Besê bi eşkere helwesta me danî holê. Ev helwesta me wê bidome. Ji bo ku Rêbertiya me bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike, yanî ji bo şikandina tecrîdê, ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê bimeşînin. Ev têkoşîn wê mezin bibe û dewam bike. Teqez em ê bikin ku Rêbertiya me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Tenê wê hevdîtin çênebe, wê rêya azadiya Rêbertiya me jî vebibe. Divê her kes vê yekê bizane. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Ji bo me têkoşîna azadkirina Rêber Apo û têkoşîna azadkirina gelê Kurd, heman tişt e. Ji vî alî ve em ê vê têkoşînê hîn geştir bikin. Mîna heval Besê gotî, em ê ji asta îro jî zêdetir bikin. Teqez em ê Rêber Apo azad bikin. Soza me ji gelê me û dîrokê re jî wiha ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.