Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê a 8’an ku 4 roj li pey xwe hiştin, dewam dike. Listîka bi navê “Kas W Hanvin” ku ji Kerkukê beşdarî mîhracanê bû bala temaşevanan kişand ser polîtîkayên pişavtinê yên li ser çand û hunera Kurdî. 

Nav rojê lîstika Serbaz a Yenîsahne ya Êlihê hate nîşandan. Lîstika Serbaz çîroka 6 dînên bê zirar û bijîşkekî qasî wan balkêş vedibêje. Bi şev jî lîstika “Kas W Hanvin” a Katî Hwner ku ji Kerkukê hatibû li ser dikê bû. 

Lîstik behsa zextên li ser hunera gele Kurd, bişaftin, xemgînî û feraseta giştî ya ji bo Kurdan kir. Her wiha bêedaletiya di nav civakan de jî rexne kirin.

Pişt re peyama ku Helket Îdrîs yê ji Koordînasyona Şanoya Kerkukê şandî hate xwendin. Helket Îdrîs di peyamê de wiha got;  “Her çiqas desthilatên faşîst û dîktator hebin em ê dewam bikin, li ser dikê bin û çand û hunera gel bidin nîşandan.”

Dû re Şanoya Bajêr a Amedê plaket dan lîstikvanên lîstikê. 

MA/AMED