Têkoşîna me wê dewam bike. Em jinên Kurd, miletê Kurd ji 7 salî heta 70 salî heta ku em dagirkeran ji Kurdistanê bikin der, em ê meydanan, çiyayan û bajaran neterikînin.
BARIŞ BALSEÇER
STRASBOURG
Li bajarê Fransayê Strabourgê, çalakiya rûniûtinê li dijî dagirkerî û tecrîdê çar hefteyan dewam kir û doh bi dawî bû. Li ser navê TJK-E´yê bi daxuyaniyekê hat gotin, li dijî tecrîd û êrişên dagirkeriyê, “em ê her derî veguherînin meydanên çalakiyan”.
Li Strabourgê li dijî êrişên qirker ên dagirkeriyê û tecrîdkirina Rêber Ocalan 12´ê Gulanê çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê 78 sazî, dem û dezgehên demokratîk, çepgir û sosyalîst piştgiriya çalakiyê kirin. Di 4 hefteyan de tim û daim êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan hatin protestokirin.
Çalakger ji seranserê Ewrûpayê bûn
Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK- E) û kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK–E) çalakî bi şiyara “Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, her der Zê, her der Metîna ye, Dem Dema Azadiyê ye!” da destpêkirin. Siyasetvanên Kurd, nûnerên saziyên dînî CÎK, FEDA, Koordînasyona Êzîdiyên li Ewrûpayê, çalakgerên TJK–E´yê, meclîsên gel ên ji Swîsre, Elmanya û Fransayê yên ser bi KCDK-E’yê jî bi dor beşdarî çalakiyê bûn.
Di dema çalakiyê de her roj panel li ser mijarên cihê hatina organîzekirin, beşdar bi sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê, dagirkeriya wê li Rojava û Başûrê Kurdistanê daketin. Di çalakiyê de wekî din Şehîdên Gulanê û şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn. Wekî din li ber Konseya Ewrûpayê, li navenda bajêr bi çalakiyan tecrîd, dagirkerî û êrişên qirkirinê protesto kirin. Çalakgeran wekî din dosyayên KCDK-E´yê li ser tecîrdkirina Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya li hepsan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî dan nûneriyên daimî yên welatên endamê Konseya Ewrûpayê. 2 Hazîranê jî li ber Konseya Ewrûpayê çalakiyeke girseyî û meş hat organîzekirin.
Nobeta Azadiyê jî dewam dikir
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bêbidestxistin, û bidawîkirina tecrîdê li heman deverê Nobeta Azadiyê jî dewam kir.
Nebin şirîkê sûcê li dijî mirovahiyê
Çalakiya rûniştinê doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Li ser navê TJK–E´yê Pelda Jîndar got, “Me weke TJK–E û KCDK-E´yê 12´ê Gulanê li dijî dagirkerî û qirkirinê çalakiya xwe ya rûniştinê da destpêkirin û îro bi dawî dikin. Di nava van 4 hefteyan de em jinên Kurd, û bi giştî miletê Kurd, me dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî welatê me û qirkirina li dijî miletê xwe û tecrîdkirina Rêberê xwe, protesto kir. Me bang li welatên Ewrûpayê kir da ku nebin şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê.”
Li her derê rabin ser xwe
“Em weke jinên Kurd ên Azad, weke miletê Kurd, ji vir careke din bang li welatên Ewrûpayê, li Konseya Ewrûpayê û CPT´yê dikin, demokrasî û mafê mirovan esasê tevahiya mirovahiyê ne. Weke helwêsta alîgirê demokrasî û mafê mirovan li dijî dewleta Tirk gavên berbiçav biavêjin. Wekî din divê welatên Ewrûpayê bi vê jî zanibin ku têkoşîna me wê dewam bike. Em jinên Kurd, miletê Kurd ji 7 salî heta 70 salî heta ku em dagirkeran ji Kurdistanê bikin der, em ê meydanan, çiyayan û bajaran neterikînin. Banga me li miletê me ye: Li her dera hûn li rabin ser xwe. Têkoşînê xurt bikin.”