Em ê çanda Kurdî bilind bikin!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 00:23

Di demên dawî de êriş û zextên li dijî çand û nasnameya Kurdî tên meşandin zêde dibin. Êriş û hedefgirtinên ji gotinên siyasetmedarên desthilatê bandor dibin bêhtir belavî welat dibin. Saziya Wêjekarên Kurdî bi sernavê “Wê helbesta Kurdî, wêjeya Kurdî, zimanê Kurdî, çanda Kurdî û govenda Kurdî her û her olan bide!” daxuyaniyek parve kir.

Saziya Wêjekarên Kurd bal kişand ser zextên ser govend, stran, kilamên Kurdî û ev tişt gotin: “Bi her awayî êrişî ziman û çanda Kurdî tê kirin û ji ber vê mirov tên girtin û îşkencekirin. Em baş dizanin ku ev,ne tiştên kêfî û belesebeb in. Ev, di çarçoveya konsepteke qirêj, di çarçoveya aqilekî asîmleker û konsepteke li ser esasê qirkirina Kurdan de tên kirin.”  

Sazî di berdewama daxuyaniyê de bertek nîşanî cezadayîna nivîsandina helbestên Kurdî da û wiha pê de çû. “Îro jî em pê hesiyan ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê ji ber helbest û gotinên stranên Kurdî yên di lênûskên girtî Enes Îlgen û Serdar Başaran de, 11 roj cezayê hucreyê li her du girtiyan hatiye birin. Em Komeleya Wêjekarên Kurd, vê wekî qirkirina çandî û qirkirina bîra civakî pênase dikin û radigihînin ku em bi tu awayî van kirinên dixwazin bîra Kurdî, wêjeya Kurdî, ziman û çanda Kurdî biqelihînin qebûl nakin û em ê di her şert û mercî de dengê Kurdî, helbesta Kurdî, wêjeya Kurdî, zimanê Kurdî û çanda Kurdî bilind bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.