• Bi hezaran kes li navçeya Eyn Îsayê daketin qadan, êriş û gefên dagirkeriyên nû yên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin. Di nava wan de penaberên ji Girê Spî jî hebûn. 

Bi hezaran kes li navçeya Eyn Îsayê daketin qadan, êriş û gefên dagirkeriyên nû yên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin. Di nava wan de penaberên ji Girê Spî jî hebûn. 

Bi hezaran xelkê Eyn Îsa û gundewarên wê û bi sedan peanberên ji Girê Spî ji çerxerêya Dsîplîna Leşkerî ber bi çerxerêya Şaredariyê ve çûn.

Xwepêşandêran pankartên li ser wan nivîsandî "Bi têkoşîn û berxwedana gelên şoreşger, em ê xiyanet û faşîzmê têk bibin"," Berxwedan navnîşana me ye, azadî mafê me ye û proje daxwaza me ye"," Bi têkoşîn û israra me bi hevalên me yên li Eyn

Îsayê re teqez em ê bi ser bikevin" hilgirtin.

Xwepêşandêran bi sloganên xwe Tayyip Erdogan weke kujer bi nav kir û berxwedana QSD'ê silav kir.

Gava xwepêşandêr gihiştin çerxerêya Şaredariyê, li ser navê malbatên şehîdan, Eyşe Efendî axivî, gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin. 

Eyşe Efendî bêdengiya Rûsyayê û hikûmeta Şamê derbarê gefên dewleta Tirk de şermezar kir. 

Berdevkê Komîteya Çandê ya Kantona Girê Spî, Fewaz El-Elî piştrast kir ku ew gelekî hevgirtî ne û ew ê dijmin, tevahî komployên dagirkeriyê, têk bibin.

Til Temir bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker doh gundê Dirdara yê li bakurê navçeya Til Temirê, topbaran kir. ANHA´yê da zanîn ku gundê li ser rêya Zirganê, bi çekên giran hatiye topbarankirin.

Di heman demê de jî balafirên bê mirov ên dagirkeriya Tirk li ser kantona Kobanê geriyan. 

ANHA/KOBANÊ