Em ê Amedê ji dagirkeran xelas bikin

Şemî 17 Nîsan 2021 - 04:22

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê girtî, bi minasebeta salvegera roja ku mezbete girt, got, “Em ê Amedê ji dagirkeriya qeyûm xelas bikin.”

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Selçûk Mizrakli di encama operasyonên qirkirina siyasî li dijî miletê Kurd de, hatibû girtin. Dewleta Tirk a dagirker wekî din bi qeyûm şaredarî dagir kir. Mizrakli, ji ber salvegera roja ku mezbete wergirt, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da. Di vîdeoya li ser hesabê Mizrakli parvekirî de, ketina şaredariyê ya bi girseyî ya piştî mezbetewergirtinê û beşek ji xebatên Mizrakli kirî cih girtin. 

Mizrakli, ji bo vê parvekirina xwe wiha nivîsiye: “Rojbaş; Ameda ku me di 16’ê Nîsana 2019’an de ji dagirkirina qeyûman xelas kir, em ê te careke din ji dagirkirina qeyûm xelas bikin. Em bi berxwedanê bi ser ketin, em ê dîsa bi ser bikevin.  Amed Ya Me Ye.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.