‘Em ê ala hevrêyên xwe timî bilind bikin’
Sêşem 18 Sibat 2025 - 03:05
Endama Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê diyar kir ku ew ê her tim ala şehîd Sorxwîn û Azadî her tim bilind bikin û got:”Heta ku em nefesê bistîne em ê ala hevrêyên xwe timî bilind bikin û têkoşîna wan dewam bikin.”
Di êrîşa 11'ê Sibata 2024'an a dewleta Tirk a dagirker de ku li hemberî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, gaziyên şer Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn. Li ser wasiyeta şehîd Sorxwîn li Kobanê, Azadî jî li Dêrikê hatin veşartin.
Şehîd Sorxwîn Rojhilat Tevgera Azadiyê ya Jinan temsîl dikir û heta kêliya dawî ya têkoşîna xwe li ser xeta hevrêyên xwe meşiya. Azadî Dêrik jî ji destpêka Şoreşa Rojava ve di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de weke fermandareke pêşeng tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Endama Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê bi wesîleya salvegear 1'emîn a şehadeta Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik axivî.
‘Em ê çeka wê ti carî danexîne’
Şîlan Kobanê anî ziman ku di sala 2014'an de di dema şerê Kobanê de wê fermandar Sorxwîn nas kir û got, "Li ser banga seferberiyê ya Rêber Apo hevala Sorxwîn ji Botanê derbasî Rojava, Kobanê bû. Tevlî berxwedana li Kobanê bû. Ew şer gelekî giran bû. Hevala Sorxwîn di vî şerî de fermandarî dikir. Hêz, moral, coş û biryardariya wê di dema herî zehmet a şer de jî dibû hêz û wêrekî ji hevrêyên wê re. Di wan rojên zehmet de hêzên dagirker piştgirî didan çeteyên DAÎŞ'ê, weke fermandareke jin barê şer hildabû ser milê xwe û tevgera azadiyê ya jinê temsîl dikir ku ev yek qet hêsan nebû. Lê belê hevala Sorxwîn bi wêrekî û nasnameya xwe ya Apoyî her wezîfe û berpirsyarî bi rengê herî baş bi cih anî. Wê li dijî çeteyan di asta herî bilind de li ber xwe da. Hevala Sorxwîn li gel hevrêyên xwe têkiliyeke xurt danîbû. Germahiya hevrêtiyê li her deverê dida hîskirin. Di dawiya sala 2014'an de birîndar bû. Piştre jî min firsend dît ku wê û têkoşîna wê hîn bêhtir nas bikim. Li gel birîndariya xwe ti carî bê moral nebû. Digot, 'Ji bo Kobanê em çi bikin têrê nake. Em hemû jî şehîd bikevin divê em teqez Kobanê rizgar bikin'. Bi saya bawerî, biryardarî û têkoşîna hevala Sorxwîn û hevalên mîna wê, me Kobanê rizgar kir. Bi vê wesîleyê hemû hevrêyên di şerê Kobanê de şehîd bûn bi hurmet bi bîr tînim. Me li gel hev têkoşîn meşand. Hevala Azadî jî bi me re bû. Di perwerde û moraldayina hevrêyan de me hevala Sorxwîn ji xwe re dikir mînak. Wê her tim hewl dida hevrêyên xwe bi pêş ve bibe û rê nîşanî wan bide. Piştre di nava Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kar kir. Li wê derê moral dida gaziyan. Bi perspektîf û nêzîkatiyên xwe hewl dida me di nava têkoşînê de hîn çalak bike. Weke gaziyên jin hevala Sorxwîn wê her tim pêşenga têkoşîna me ya azadiyê be. Em ê têkoşîna wê heta dawiyê dewam bikin. Em ê çeka wê ti carî danexîne."
‘Em ê ala hevrêyên xwe timî bilind bikin’
Şîlan Kobanê destnîşan kir ku şehîd Azadî dilsoza gel, Rêbertî û partiyê bû û got, "Fermandar Azadî gelekî hez ji hevrêyên xwe dikir. Timî hewl dida Tevgera Azadiyê ya Jinê mezin bike. Bawer dikir ku divê jin li refên herî pêş ên berxwedan û têkoşînê bin. Yek ji armancên hevala Azadî ew bû ku jinan hemûyan li ser bingeha felsefeya Rêber Apo zane bike. Bêguman zehmet e bi çend gotinan qala jiyan, kesayetî, têkoşîn û berxwedana heval Sorxwîn û Azadî bê kirin. Di salvegera yekemîna şehadeta wan de hevrêyên xwe careke din bi hezkirin û minet bi bîr tînim. Herdu hevrê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Ruhê wan ê têkoşînê hîn jî bi me re ye. Me ti carî ew ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Hebûna wan hêzê dide me. Em serbilind in ku me hevala Sorxwîn û Azadî nas kir û li gel wan têkoşîn meşand. Heta ku em nefesê bistîne em ê ala hevrêyên xwe timî bilind bikin û têkoşîna wan dewam bikin. Heta ku welatê demokratîk û azad ava bikin ku armanca wan bû, em ê dest ji berxwedanê bernedin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN