- Li Mexmûrê Mihrîcana Çand û Werzişî ya 14´an di 21’ê Sibatê de bi coş û kelecaneke mezin dest pê kiribû.
Li Mexmûrê Mihrîcana Çand û Werzişî ya 14´an di 21’ê Sibatê de bi coş û kelecaneke mezin dest pê kiribû. Ev mihrîcan bi minasebeta pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, ji aliyê saziya perwerdeyê ve tê lidarxistin. Her wiha ji bo Mihrîcana 4'ê Nîsanê jî xwendekarên atolyeya Ş. Delîla ev meheke amadekariyên xwe dikin.
Têkildarî mihrîcanê berdevka atolyeya Ş.Delîla, Hêvî Buldan got, "Bi hunerê xwe em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin. Em bi hunerê xwe dixwazin bibin layiqî wî."
Hêvî Buldan derbarê amadekariyên mihrîcana 4'ê Nîsanê de peyivî: "Me jî wekî atolyeya Ş. Delîla, heta niha pîrozbahiyên wek rojbûna Rêbertiyê û Mihrîcana Ş. Bêrîtan saz kiriye. Wek atolyeyê, nêzî 30 endamên me ji bo mihrîcanê tabloyan çêdikin. Her wiha xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî jî bi makêt û wêneyên xwe tevlî mihrîcanê dibin. Ev makêt û wêneyên xwendekaran ji aliyê komîteyeke mamosteyên atolyeyê û dibistanan, tên kontrolkirin û yên serketî dikevin derece. Wekî din wêne û maketên xwendekaran bi tabloyên me amade kirî re di pêşangehê de tên nîşandan."
Gotina ‘ew zarokên min in’
Hêvî derbarê pêşangehê de got, "Ez ji 2012'an ve beşdarî nava xebatên pêşangehê dibim lê endamên me yên ji min kevintir jî hene. Em wekî endamên atolyeyê beş bi beş dixebitin. Beşek ji me bi pênûsa reş, beşek bi firçeyê beşek jî bi projeyên cuda hunerê xwe pêşkêş dike. Em bi wêneyên Rêbertiyê, wêneyên şehîdan û yên ciwanan beşdarî pêşangehê dibin. Beriya du, sê heyvan em amadekariyên çêkirina wêneyan dikin, em di pirraniya berhemên xwe de giraniyê didin ser bûyerên civakî, êşên gelê Kurd. Bi qasî ku ji destên me tê em hewl didin xweş çêbikin. Armanca me ya sereke ew e ku em berhemên xwe pêşkêşî gelê xwe bikin ku nêrîn û rexneyên wan di derbarê xebatên xwe de bigirin. Em dixwazin bi xebatên xwe yên werzişê û hunerî de bibin layiqê gotîna Rêbertiyê: 'xwendekarên Mexmûrê zarokên min in'. Bi vê mihrîcanê em dixwazin bibin layiqî Rêberê xwe."
JINNEWS/MEXMÛR