Li hin bajarên Ewrûpayê ji bo kesên di erdhejên mezin ên navenda wan Bazarcix a Mereşê de jiyana xwe jidest dane, merasîmên bibîranînê hatin li dar xistin. Li bajarên Elmanyayê Hamburg û Mainzê û li bajarê Swîsreyê Baselê merasîmên mezin hatin lidarxistin.
Li bajarê Elmanyayê Hamburgê li ber parlamena eyaletê, cihgira Serokê Meclîsa Federal a Elman Aydan Ozoguz, seroka meclîsa Hamburgê Carola Veit, xizmên mexdûrên erdhejê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, û nûnerên komeleyên devera erdhejê jî di navê de, bêhtirî 4 hezar kesî di merasîmê de amade bûn.
Her kes divê alîkariyê bike
Seroka Meclîsa Eyaleta Hamburgê Carola Veitê got, “Roj, roja hevgirtin û piştgiriyê ye. Lazim e her kes alîkariyê bide mexdûrên erdhejê.”
Aydan Ozdogdu jî bal bire ser mezinahiya felaketê û xwest xelk alîkariyê bide bi rêya kampanyayên alîkariyê.
Serokê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Kaşaniyan (li navçeya Avşîn a Mereşê li nehiya Kaşanê) Adil Dişli jî got di erdhejê de gelek xizmên wî mirine, “Em nikarin miriyan sax bikin, lê em dikarin alîkariyê bidin yên saxfilitî.”
Li Mainzê hemû partî çûn sersaxiyê
Li bajarê Elmanyayê Mainzê jî, namzetên şaredariyê yên ji partiyên Die Linke, Die Grüne, SPD, CDU û FDP çûn serdana navenda Çandê ya Bazarcixê ya li bajêr. Wan sersaxî xwest ji xelkê xizmên wan di erdhejê de mirine. Ji Die Linkeyê (Partiya Çep) Martin Malcherek, ji Die Grüne (Partiya keskan) Christian Viering, ji SPD´ê Mareike von Jungenfeld, ji CDU´yê Manuela Maty, ji FDP´ê (Partiya lîberal) Marc Engelmann, namzetê serbixwe Nino Haase tevî heyetekê bi hev re çûn sedana komeleyê. Wan got, ew ê piştgiriya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re nîşan bidin.
Hevserokê Navenda Çandê ya Bazarcixê Aziz Uzpak da zanîn ku wan ji bo alîkariyan hesabekî alîkariyê vekiriye û niha herî zêde pêdivî bi xaniyên konteynir, kon, betanî û kîsên xewê heye.
Martin Malcherek jî got, “Ji bo ku alîkarî zû bigihin mexdûran ew ê hewl bidin.
Serdana sersaxiyê çawa bi gulbangên Pîr Huseyîn Bildik dest pê kir wiha jî bi gulbangên wî bi dawî bû.
Li Baselê mexdûr hatin bibîranîn
Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo kesên di erdheja navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Parlamenterên federal ên Swîsreyê, parlamenterên kantonan, rûspiyên olî, nûnerên saziyên Kurd û Elewî û bi hezaran kes beşdarî bibîranînê bûn.
Bibîranînê bi pêxistina mûman û rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê Serokê Navçeya Bajêr a Kantona Baselê Beat Jans axivî. Jans banga hevgirtinê kir.
Koroyên jinan ên ElGrecho, Choeur3, Ensemble Liberte Fimmene konsereke kurt dan. Papazê Dêra Elisabethen Frank Lorenz axaftineke kurt kir û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua xwend.
Pîrê Elewî Muzaffer Dede di bîranînê de axaftineke kurt kir. Piştî axaftinê gulbang li gel koma saz a Komeleya Çanda Elewiyan hatin xwendin.
NAVENDA NÛÇEYAN