Em dev ji Kobanê bernadin
În 23 Çile 2026 - 03:53

Şêniyên Kobanê anîn ziman ku wan çawa ku beriya niha çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, ew ê vê carê jî wan têk bibin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû şêwaz û rêbazên qirêj êrîşî bajarê Kobanê dikin. Ji hemû aliyan ve bajarê Kobanê di bin dorpêçê de ye. Berxwedaniya gel bi şev û roj dewam dike. Lê belê ne av, ne ceyran û ne jî pêdiviyên jiyanî tên Kobanê.
Şêniyên Kobanê ji ANF’ê re axivîn û anîn ziman ku ruxmî hemû pêdiviyên jiyanî li ser wan hatine qutkirin jî wê ev tişt li hemberî berxwedana wan nebe asteng û ew ê li ber xwe bidin.
Kalemêrê bi nave Elî Ebdo destnîşan kir ku serkeftin wê ya gel be û got:’’Em bi rewşeke awerte re rû bi rû ne, li dora me dorpêçek heye. Lê tevî wê jî israra me ya berxwedaniyê di asta herî bilind de ye. A niha ceyran û av li bajarê Kobanê qut kirine. Lê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Em weke gelê Kurd çawa me cara ewil çeteyên DAÎŞ’ê têk bir, em ê vê carê jî li Kobanê de wan têk bibin. Em bang li hemû Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê dikin ku êdî rabin ser piyan.”
Dayîka bi navê Cemîle Xalid Xelîl jî anî ziman ku ew ê teqez bi ser bikevin û got:“Em bêyî av, ceyran û înternêt in ku li ser bajêr hatine qutkirin. Me li vî bajarî çeteyên DAÎŞ têk bir. Em ê niha dîsa wan têk bibin. Em ji vî bajarî dernakevin ji ber ku ev axa me ye. Em bi şev û roj li ser piyan in, çeka me li pişta me ye û em parastina axa xwe dikin.”
Ciwanê bi navê Ferhad Mehmûd Şebê jî diyar kir ku şervan li ber xwe didin û ew li pişta wan in û got:’’Em parastina bajar û axa xwe dikin, lê belê hemû pêdiviyên jiyanî li ser bajarê me hatine qutkirin. Me beriya niha çawa çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, em ê dîsa wan têk bibin. Niha dîsa berxwedanî heye, em ê jî xwedî li wê berxwedaniyê derkevin.”
NAVENDA NÛÇEYAN















