Em cenazeyê xwe dixwazin

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 02:30

Li Xelîfanê, li ser Çemê Zê di şeva 28-29'ê Tebaxa 2021'ê de komeke ji 7 gerîlayan ketin kemîna PDK'ê û di encama vê êrişê de 5 gerîla şehîd bûn. Yek ji van şehîdan jî Serdem Cûdî (Yûsif Îbrahîm) bû. Kekê Serdem Cûdî Yûsif Îbrahîm û xwişka wî Gulçîn Îbrahîm ji ANF'ê re axivîn.

Gelê Kurd bi xiyaneta PDK’ê dizane

Yûsif Îbrahîm got:"Eger gerîla nebûya wê rûmeta gelê Kurd bihata binpêkirin. Gerîla ji bo gelê xwe canê xwe feda dike. Gelê Kurd ê ku dewleta Tirk jê re got, 'me beton li ser rijand' ji nû ve rakir ser piyan. Gerîla nebûya gelê me jî nedima. Gerîla li dijî dijminê ku mirovahiyê nas nake, bi rengekî hovane êrîş dike li çiyê birçî, tî, bê xew dimîne û şerê nasnameya gel dike."

Yûsif Îbrahîm destnîşan kir ku dîroka PDK'ê bi rûpelên qirêj dagirtî ye û got:"Xiyaneta PDK'ê ne tenê ya rojên dawî ye, demeke dirêj e dewam dike. Hevalê Serdem û hevrêyên wî li Xelîfanê bi destê PDK'ê şehîd bûn. PDK dijminê gelê Kurd e. Haya gelê Kurd ji xiyaneta PDK'ê heye. Xiyaneta wan eşkere bûye." Yûsif Îbrahîm bi bîr xist ku wan li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan, 111 rojan ji PDK'ê xwestin ku cenazeyên Şehîd Serdem û hevrêyên wî radestî wan bike û got:"Guh nedan bang û daxwaza me. Em cenazeyên şehîdên xwe dixwazin. Em zanin ku cenazeyên şehîdên me di destê PDK'ê de ne. Eger ji xwe re dibêje ku Kurd e, divê cenazeyên me teslîm bike."

Ewladên Kurdan tên qetil kirin

Gulçîn Îbrahîm êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê têne kirin şermezar kir û got:"Bi destê Kurdan ewladên Kurdan qetil dikin. Birayê min Serdem bi destê PDK'ê şehîd ket. Me cenazeyê birayê min xwestin, hîn jî em dixwazin. Me dixwest Serdemê xwe li şehîdgehê bi hevrêyên wî re ber bi rêwîtiya bêdawî oxir bikin. Li gel hewldanên me jî cenazeyê şehîdê me nedan. Dijminê herî mezin ê gelê Kurd PDK ye. Dide pêşiya dewleta Tirk û lehengên Kurdan şehîd dixe. 111 rojan em têkoşiyan, têkoşîna me hîn jî dewam dike. Bila PDK bi vê zanibe, sal jî derbas bibin em ê cenazeyê Serdem werbigirin."

ANF/NÛJIYAN ADAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.