Em biryara qeyûm nas nakin
Pêncşem 30 Çile 2025 - 03:00
Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî biryara tayînkirina qeyûm weke “zilmê” pênase kirin û gotin: “Em biryarê nas nakin. Weke ku demokrasî hebe tevdigerin lê tune ye”
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaş, roja çarşemê di danê sibehê de waliyê bajar Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê tayîn kir.
Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî têkildarî tayînkirina qeyûm axivîn.
Em biryara qeyûm nas nakin
Sofya Alagaş, diyar kir ku ji bo tayînkirina qeyûm ceza li wê hatiye birîn û wiha got: “Biryar jizûve hatiye dayin. Di demên dawî de polîsên sivîl em dişopandin. Jixwe eşkere bû ku dê qeyûm tayîn bikin, tenê teblîx kirin. Em vê biryarê nas nakin. Me biryara hatiye teblîxkirin jî çirand. Tişta em niha dijîn, faşîzm e. Weke ku demokrasî hebe tevdigerin lê tune ye.”
Cezayê hatiye dayin hiqûqî nîne
Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Cezayê hatiye dayin hiqûqî nîne. Heta serê sibehê me li şaredariyê nobet digirt. Her çar aliyên me dorpêç kirin û ji şaredariyê derxistin. Ew çi dikin bila bikin em ê paşvegavê neavêjin. Ji bo xespkirina îradeya gel 8 hezar hilbijêr ji derve anîn. Lê tevî vê jî em bi 9 hezar dengan zêdetir bi ser ketin. Lê dîsa jî tehemûl nekirin.”
MA / SÊRT