Koordînasyona Civaka Êzîdxanê ya li Ewropayê (KCÊE) bi wesîleya dema rojî û cejnên Êzidiyan ên 1’ê Kanûnê dest pê dike daxuyaniyek da û bang li civaka Êzîdî kir ku xêr û xêrata xwe ya îsal ji xelkê Şengalê re bişînin, xwedî li Şengalê derkevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Civaka Êzidî li seranserê cîhanê dikeve pêvajoya rojî û cejnan. Rojî îro dest pê dikin û heya 17’ê Kanûnê bidomin. Wê bi dorê rojî û cejnên Şeşims, Xwedan û Êzî bên girtin û pîrozkirin.
Sê hefteyan li pey hevdû rojê sêşem, çarşem û pençşemê wê rojî bên girtin û her roja Înê jî cejn bên pîrozkirin. Rojî û cejn li gorî herêman bi awayekî cûrbecûr û li gorî rêûresmên Êzdayetiyê tên pîrozkirin.”

Têkildarî gef û metirsiya li ser Şengalê û bandora wê li tevahiya civaka Êzidî ev hişyarî hate kirin: ”Eger siberoja civaka me ya li Şengalê tarî bibe, ew bê teslîmgirtin û qirkirin, divê em baş bizanibin ku wê siberoja tevahiya Êzdîxanê û qawmê Tawisî Melek tarî bibe. Divê em pêşî li vê yekê bigrin û rê nedin ku ew bi birçîbûnê vê civak û baweriyê teslîm bigrin û bê rûmet bikin. Dibe ku em bi awayekî fîzikî nikaribin li kêleka wan bin û wan biparêzin, lê em dikarin bi dua û alikariya xwe li cem wan bin, dil û xaniyê wan germ bikin û bibin piştevanê wan. Li ser vî esasî em bang li tevahiya civaka xwe dikin, bi taybetî jî bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku xêr-xêrat-, û alîkariya xwe ya îsal li ser hesabê 
Dachverband des Êzidischen Frauenrats e. V.
Kreissparkasse Bielefeld IBAN: DE73480501610001296540
bişînin da ku em jî bi lez û bez bigihînin Êzdîxana pîroz û kesên ku hewceyiya wan pê heye.”

NAVENDA NÛÇEYAN