Meclîsa Ciwanan a Tebqayê ya Partiya Siberojê ya Sûriyê, daxuyanî da û ragihand ku ew amade ne ku li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li hember Eyn Îsayê li ber xwe bidin.

Alîkarê Serokê Meclîsa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hesen El Kîno pêkanînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li hemberî sivîlên li herêmên dagirkirî şermezar kir.

El Kîno diyar kir, “Dewleta Tirk û çeteyên wê bi guhertina demografiya herêman re mal û milkên taybet ên sivîlan desteser dikin û gel ji cih û warên wan derdixînin” û ragihand ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser gelê ku bi QSD’ê re di nava ewlehiyê de dijî sûcê şer dike.
Ciwanan anîn ziman ku ew li rex QSD’ê ne.

ANHA/TEBQA