Beşdarên çalakiya konvedanê ya li navçeya Eyn Îsayê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeyê şermezar kirin û gotin ku ew li pişt Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) in ku parastina axa Sûriyê dikin. 

Kongreya Star piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya konvedanê bi dawî kir, doh dest bi çalakiya konvedanê kir. Şandeyeke jinên bajarê Reqayê beşdarî çalakiya konvedanê bûn ku li Eyn Îsayê dest pê kiriye. 

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Reqayê Meryem El-Elî daxuyaniyek bi navê jinên bajarê Reqayê xwend û bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kir.

ANHA/EYN ÎSA