Em bi hev re Rojava biparêzin!
Şemî 24 Çile 2026 - 03:40

Ji bo parastina Rojava, di serî de Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gelek Kurdistanî tevlî seferberiyê bûn. Ciwanên Kurd ên beşdarî seferberiyê bûn, ji bo parastina Rojava bang kirin. Ciwanên Kurd ên ji Silêmaniye, Kerkûk û bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevlî seferberiya Rojava bûn, bang li ciwanên Kurd kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ji bo piştgiriya bi berxwedana li Rojava ew hatine û destnîşan kirin ku wê xaka Kurdistanê heta dawiyê biparêzin û vê têkoşînê ya bi serketinê ya jî bi dayina berdêlan dewam bikin. Ciwanan anî ziman ku gelên Kurd, Ereb û Suryan li eniya hevpar têdikoşin û bang li gelan kirin ku xwedî li berxwedana li Rojava derkevin û piştevaniyê mezin bikin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN









