• Edhem Barzanî nameyek ji Serokatiya Herêmê ya Kurdistanê, Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl re şand û bal kişand ser metirsiya dagirkeriyê ya li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê û got: Dem hatiye ku em bi hev re pêşî li dagirkeriyê bigirin. 

Edhem Barzanî nameyek ji Serokatiya Herêmê ya Kurdistanê, Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl re şand û bal kişand ser metirsiya dagirkeriyê ya li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê û got: Dem hatiye ku em bi hev re pêşî li dagirkeriyê bigirin. 
 
Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî, der barê dagirkeriya dewleta Tirk de got; "Kurdistan ketiye ber gerek din a dagirkeriyê û talankirina xwezayê."

Barzanî diyar kir ku heta niha artêşa Tirk 40 kîlometran derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê bûye û got, dewleta Tirk her cihê dagir dike, jê dernakeve. Barzanî got, dem hatiye ku tev bi hev re zenga metirsiyê lêxin û pêşî li dagirkeriyê bigirin.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de nameyek vekirî ji Serokatiyên Herêma Kurdistan, Iraq, Netewên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re pêşkêş kir û bal kişand ser metirsiya dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê.

Edhem Barzanî di nameya xwe de dibêje ku Kurdistan ketiye ber pêlek din a dagirkeriya artêşa Tirk û wêrankirina xwezayê.

Dagirkeriyeke sîstematîk

Barzanî dibêje; "Wekî ku em hemû jê agahdarin di dema derbasbûyî de cografiya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînana xoşewîst bi taybet ketiye ber pêlek dijwar a dest bi serdegirtinê. Li gelek deveran artêşa dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kîlometran pêş de hatiye û xaka Kurdistanê xistiye jêr şertên zehmet û ne yasayî a dagirkeriya leşkerî de."

Di dewama nameyê de tê gotin ku heta niha bi dehan welatî şehîd bûne û welatiyên deverê neçar dibin ji cih û warên xwe koçber bibin.

Der barê wêrankariya dewleta Tirk de ku li xwezaya Kurdistanê dike jî Barzanî dibêje; "Bi bahaneyên xweparstinê warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeyeke neteweyî ya Kurdane û mîrateyeke hevbeş a mirovahiya cihanê ye, bi awayekî sîstematîk û pilankirî tê şewitandin û talankirin."

Dema helwêstê hatiye

Edhem Barzanî ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê bang kir û got; "Bang li desthilat û aliyên berpirsyar hemûyan dikim ku bi her awayî hewl bidin, çi bi rêya guftûgo û danûstandinên du alî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aştî û mafê mirovan re digrin, da ku bikarin zextê bikin û sînorekî li pêş sînor bezandin û dagirkeriyê bigrin."

Di beşekî din ê nameyê de Edhem Barzanî îşaret bi metirsiya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dike û dibêje; "Li gorî ezmûna borî ya dewleta Tirk, her cografiya û devera di aliyê leşkerî de dagir kiribe, êdî ji wî cihî dernakeve. Belgeya herî zindî ya vê çendê jî Qibris û Îskenderiye ye. Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye ku em hemû bi hev re bê dudilî vê zengê lêxin, gelek cidî nêz bibin. Wext hatiye ku em hemû rêkarên navneteweyî bigrin ber û helwesta xwe rêkbixin."

NAVENDA NÛÇEYAN