Em bi hev re li dij êrişan disekinin

Sêşem 7 Çile 2025 - 02:40

Jinên ji bajarê Tirbespiyê diyar kir ku ew li ser esasê projeya Rêveberiya Xweser a ku mafên tevahî gelan mîsoger dikin li wir in û got:” Em yek in, em bi hev re li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinin."

Jinên ji bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê destnîşan kir ku QSD hêviya tevahiya gelên herêmê ye.

Rîma Elî bi bîr xist ku pêkhateyên Tirbespiyê; Kurd, Ereb û Suryan bi hev re dijîn û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê û got: "Dewleta Tirk a dagirker her çiqas bi rêya çeteyên xwe dixweset tevliheviyê di nava pêkhateyan de derxe, lê gelê herêmê ji van hewldanan şiyar e û rê li ber wan girt.

Rîma Elî bal kişand ser berxwedana QSDˈê jî û got: “QSD ne tenê ji bo gelê Kurd hatiye avakirin, lê ji bo parastina axa Sûriyeyê. Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin hûn tu carî nikarin me ji hêza me û hevgirtina me dûr bixin."

Qezîfa Xelef êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin û ev li axaftinên xwe zêde kir: "Em li ser esasê projeya Rêveberiya Xweser a ku mafên tevahî gelan mîsoger dikin, li vir in û piştgiyê didinê. Em yek in, em bi hev re li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinin."

Qezîfayê got ew ji heft heta heftê salî dê li hember dagirkeran li ber xwe bidin û piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da.

Şama Mehmûd jî got dê tu kes nekare hevgirtina pêkhateyan binpê bike û bi bîr xist ku ew bi salan e li ser vê erdê bi hev re ne.

Şama Mehmûd diyar kir ku ew jin bi şervanên YPJ û QSD`ê re ne û got: "Çi ji me were xwestin dê li kêleka hêzên xwe bin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.