'Em beşdar nabin'
Sêşem 25 Gulan 2021 - 03:33
MSD'ê bal kişand ser nêzîkatiya hikumeta Şamê ku xwe ji danûstandinan û çareseriyê vedigire û destnîşan kir ku di şert û mercên heyî de ew ê beşdarî hilbijartinên serokatiyê nebin.
Têkildarî hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da. Daxuyaniya MSD’ê wiha ye: “Meclisa Sûriya Demokratîk gelek caran ragihand ku hilbijartinên armancên gelê Sûriyê pêk naynin, maf û hebûna wan a siyasî temsîl nakin, wan têkildar nakin û dê rê nede xebatên hibijartinan ên li dijî biryara navneteweyî ya 2254’an.
Tevî ku me gelek caran hewl da ji bo pêkanîna pêşketineke siyasî bi hikumeta Şamê re danûstandinan bikin jî, lê ew yek pêk nehat. Desthilata Şamê lihevkirin û hevdîtin hemû asteng kirin û armanca wê ferzkirina nêrîna xwe bû bêyî ku mafên mirova li ber çavan re bigire.
Desteyeke demkî divê
Li ser vê yekê, rejîm û opozîsyon berpirsên hemû sûcên li dijî gelê Sûriyê û berpirsên astengkirina dan û standinên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254’an in. Li gorî wê biryarê divê desteyeke hikumeta demkî bê avakirin, atmosfereke ewle bê peydakirin û destûreke nû bê sazkirin ku li gorî wê hilbijartinên durist ên bi çavdêriya navneteweyî pêk bên, da ku alozî bi dawî bibe.
Atmosfereke demokratîk lezim e
Em eşkere dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin. Helwesta me nayê guhertin. Beriya dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, berdana girtiyan, vegera penaberan, danîna bingehên nû yên siyasî yên dûrî zordariyê û serweriya hêzeke siyasî ya bi tenê û di atmosfereke demokratîk de ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê dipejirîne û wekheviyê bêyî cudakarî û dûrxistin pêk tîne, dê tu hilbijartin tune bin.”
ANF/QAMIŞLO