• Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, Riyad El-Xelef got, artêşa Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî, vê dawiyê zêdetirî “120 binpêkirin” kirine.

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, Riyad El-Xelef got, artêşa Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî, vê dawiyê zêdetirî “120 binpêkirin” kirine. El-Xelef bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî wê yekê şermezar kir.

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef ji rojnamevanan re axivî û bîlançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsa û gundewarên kantona Girê Spî eşkere kir.

Riyad El-Xelef êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê ku di encamê de windahiyên canî çêbûn û zirarên madî gihîştin gundên nêzî eniyên şer ên Hoşan, Xalidiyê, Fatisa, Mişêrfê, Sakîro, Xefiye El-Weheb, Erîde û Kor Hesen şermezar kirin.

El-Xelef anî ziman ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di çarçoveya parastina gelê herêmê de bersiva êrişan didin.

Riyad El-Xelef her wiha da xuyakirin ku artêşa Tirk bi tankan û çekên giran û navîn “zêdetirî 120 binpêkirin” kirine û bi balafiran welatî kirine armanc.

Di çend rojên bihurî de ANHA´yê jî hedefgirtina 6 welatiyan, di nav de jinek û 4 zarokên wê li Mezraya Qirtac (5 kîlometreyan li başûrê Eyn Îsayê) birîndar bûbûn, her wiha hedefgirtina gundê Mişêrfê roja yekşemê ku di encamê de welatiyê bi navê Rida Elî Hisên (25) birîndar bûbû, belge kirin.

Riyad El-Xelef her wiha bêdengiya Rûsyayê ku hêza garantor e li deverê, şermezar kir.

Riyad El-Xelef soz da ku ew ê kantona Girê Spî ji êrişên artêşa Tirk biparêzin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

ANHA/EYN ÎSA