Em banga yekgirtinê li partiyan dikin
Sêşem 3 Sibat 2026 - 03:53

Her diçe helwestên li dijî êrişên çeteyên Colanî û deweta Tirk a dagirker dewam dike. Di vê çarçoveyê de şîrovekarên Seyîdsadiq ser bi Silêmaniyê axivîn. Mamoste Rêbiwar Xerîb axivî û diyar kir ku her beşek Kurdistanê birîndar bibe, Başûr jî birîndar dibe û got:“Em dixwazin ev piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê bibe destkeftiyeke baş û gelê me ji bin zilmê rizgar bibe. Daxwaza me ji we yek deng û yek reng bin. Binêrin beşek welat li ber qirkirinê ye. Eger ew beş bikeve, tiştek bi navê Herêma Başûrê Kurdistanê namîne. Divê rayedarên Kurdî ha ji vê mijarê hebin. Ya li Rojava rû dayî, wê li vir xirabtir rû bide.”
Dawid Hisên jî bal kişand ser yekîtî û yekdengiya gelê Kurd û got:“Vê yekê bala cîhanê hemû kişand. Em geleke kêrhatî û têkoşerin. Gelekin ku ne enfal, kîmyabaran nekarî me tine bike. Duh Tirkiye, Sûriye, Îran û DAIŞ’ê nekarî me, niha Sûriye qet nikare.”Eta Kerîm jî piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anî ziman û got:“Daxwaza me ji hemû kesê yekgirtî bin. Yekgirtina niha ji bo Rojava pêk hatî, xaleke serketinê ye. Nabe kes dest bide vê yekgirtinê. Em bi van cudahiyan xurtin. Çêkirina nakokiyan li nava Kurdan tişta herî xirabe. Banga min ji bo her Kurdekê li kûderê dibin bila bibin yekgirtî bin ji bo li pêşiya êrişan bisekinîn.”
Bi rih û can li gel Rojava ne
Jinên ciwan ên Silêmaniyê ku cihê xwe di meşa girseyî ya ‘Îniya Kurdan’ de girtin û dirûşmeyên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava berzkirin, li ser giringiya yekitiya gel û aliyên siyasî yên Kurd axivîn. Xwendekara Zanîngeha Silêmaniyê Kewser Qareman got:“Hêviya me ew bû ku me ji niha bêtir piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikira, ji ber ku wan yekîtiya Kurdan nîşan daye. Yekîtiya Kurdan di vê qonaxê de li pêşiya her tiştê ye.”
Jina ciwan a derçûya zanîngehê Sara Fazil piştgiriya xwe ji bo berxwedana Rojava nîşan da û got:“Çawa ku ew bi xwîn û canê xwe parastina xak û netewa xwe dikin, em jî wek jinên Kurd li vir bi ruh û canê xwe li gel wan in û ji bo wan daxwaza aştiyê dikin. Di vê qonaxê de pêwîste gelê Kurd yek deng û yekrêz bin. Divê tu tişt nebe sedema dijminahiya navxweyî.”
Jina ciwan Diyana Dilêr jî têkildarî heman mijarê got:“Di vê qonaxê de, divê em hemû piştgiriyê bidin hev da ku em pêşî li dagirkirina Kurdistanê bigirin, ji ber ku ew xaka me ye. Ez ji dayîk û bavan daxwaz dikim ku li beramberî xwedîderketina li doza neteweyî de piştgiriyê bidin zarokên xwe. Ez ji ciwanan dixwazim ku hîn bêhtir beşdarî çalakiyan bibin da ku dengê gelê Kurd ragihînin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ










