Em azadiya Rêber Apo dixwazin

Çarşem 30 Tîrmeh 2025 - 03:30

Şêniyên Eyn Îsayê yên daxwaza azadiya fîzîkîya Rêber Apo kirin wiha gotin:"Rêber ji hêla fîzîkî ve girtî ye, lê fikir û felsefeya wî azad e. Bi navê her jinekê ku bi saya fikir û felsefeya wî ji zincîrên zilm û zordariyê azad bûye, em îro azadiya wî ya fîzîkî û hevdîtina bi wî re dixwazin."

Kampanyaya navneteweyî ya Foruma Ewropayê ya Azadî û Aştiyê ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" berdewam dike. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê daxwazên gel ên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re zêde didin.

Şêniyên bajarê Eyn Îsayê jî ev daxwaza xwe anîn ziman.

Eyşa Hemsork der barê mijarê de got: "Keda mezin a Rêber Abdullah Ocalan bo azadiya jinan heye. Bi saya fikir û felsefeya rêber, jinan di hemû warên siyasî, leşkerî û xizmetê de, roleke pêşeng lîstin. Ji ber vê yekê, em azadiya rêber û hevdîtina wî dixwazin."

Mihemed Mislim jî der barê mijarê de axivî: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe û ji bo gelên bindest ên ku di bin zilm û zordariya desthilatdarên dîktator de ne, têkoşiya, da ku wan ji zilm û zordariyê rizgar bike. Rêber temenê hemû ji bo vê têkoşînê da."

Şêniya bi navê Ezîza Hesen jî got: "Rêber ji hêla fîzîkî ve girtî ye, lê fikir û felsefeya wî azad e. Bi navê her jinekê ku bi saya fikir û felsefeya wî ji zincîrên zilm û zordariyê azad bûye, em îro azadiya wî ya fîzîkî û hevdîtina bi wî re dixwazin."

ANHA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.