Em 28'ê Gulanê bi ser bikevin! 

Nûçeyên Dîaspora

În 19 Gulan 2023 - 01:38

KCDK-E û FEDA´yê li ser tûra duyem a hilbijartina serokkomariyê daxuyaniyek weşand. KCDK-E´yê ragihand ku di tûra yekemîn a hilbijartina Serokkomariyê ya Tirkiyeyê de hilbijartina Tayyîp Erdogan hatiye astengkirin û got, armanca wan ew e ku Erdogan di 28'ê Gulanê de têk bibin. 

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) li ser miajrê got, “Tevî zêdetirî 7 milyon hilbijêrên ku neçûne ser sindoqan, milyonek dengên betalkirî, dengên kesên ku li herêmên erdhejê di bin xirbeyan de mane hatine bikaranîn, li bajarên Kurdistanê sindoqên dengdanê hatine desteserkirin, astengî û dizîna dengan jî derdixe holê ku dîktator Erdogan bi rastî bi ser neket û zora wî çû.

Divê gelê me yê welatparêz vê firsendê û pêvajoyê baş bi kar bîne, bi morel û motîvasyoneke bilind bi erka xwe rabe û her kesê neçûye ser sindoqan, biçe deng bide. 

Em amade ne ku jin, ciwan û pîr, di her warê jiyanê de, li bajar, tax, dibistan, kar, mal, seferber bibin. Em bang li we hemûyan dikin da ku çawa me di hilbijartina serokkomariyê di tûra yekem de hilbijartina dîktator Erdogan asteng kir, em di tûra duyemîn de jî ji bo têkbirina wî seferber bibin.”

 

Hêza rêxistinkirî bi kar bînin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de FEDA´yê got, "Dîktatoriya yek şexsî xwe spart her cûre rêbaz û amûrên zordariyê yên dewletê, lê tevî vê yekê jî gelên me bi rêjeyeke di ser ji sedî 50'î re li ber Erdogan rabû. Divê em bi vê rastiyê ji bo hilbijartinên serokkomariyê xwe motîve bikin ku wê 28'ê Gulanê dubare bibe û bi vê dirûşmê bi ser bikevin."

Di daxuyaniya FEDA'yê de hate gotin, "Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de 8 milyon mirovan dengê xwe nedaye, zêdeyî milyonek deng jî hatine betalkirin, bi milyonan deng jî hatine dizîn, lewma divê em bêmoraliya ji ber hilbijartinên 14'ê Gulanê rû da, li pey xwe bihêlin.

Em bêçare nînin. Em li wî aliyê berxwedana dîrokî ne ku dizane ji xweliya xwe ji nû ve xwe biafirîne. Em Kurd û Elewî, em nûnerên vê xetê ne, heger em hêza xwe ya rêxistinbûyî bixin nava liv û tevgerê, em ê bi ser bikevin. Bêyî ku moral û motîvasyona xwe xera bikin, divê em ji cihê em lê mayîn, rêya xwe dewam bikin." FEDA'yê bang kir li her kesî kir da ku di hilbijartinê de li dijî Erdogan deng bide Kiliçdaroglû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.