Elmanyayê 9 Kurdan rehîn digire

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:12

  • Li gorî daneyên Buroya Hiqûqê Azadiyê, li Elmanyayê Kurdistaniyên ji ber xala Qanûna Ceza ya Elman 129’ê 9 Kurd rehîn tên girtin. 

Li gorî daneyên Buroya Hiqûqê Azadiyê, li Elmanyayê Kurdistaniyên ji ber xala Qanûna Ceza ya Elman 129’ê 9 Kurd rehîn tên girtin. Kite bi kite kî girtiye li jêr em dinivîsin:

- Merdan K. 20’ê Îlonê hat girtin û xistin hepsa Stammheimê. 

- Piştî serdana wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ya Berlînlê, 7´ê Gulanê siyasetvanê Kurd Abdullah O. û hunermendê Kurd Mazlum D. hatin girtin. Abdullah O. xistin hepsa Frankfurtê, Mazlum D. jî xistin hepsa Stammheimmê.

- Mirza B. 30’ê Nîsanê li Nurnbergê li mala lê mêvan bû hat girtin. 

Hîna dema rûniştinên dozên li dijî van 4 kesan zelal nebûye. 

- Kamuran Y.V. yê 1’ê Mijdara 2019’an li li balefirgeha Swîsreyê hat girtin, 22’yê Hezîrana 2020’an birin Elmanyayê. Ew li hepsa Stammheimê girtiye û doza wî ya Cotmeha 2020´an dest pê kir, hîna dewam dike.

- Doza li bajarê Elmanyayê Stuttgartê 19’ê Nîsana 2019´an li dijî 5 Kurdan dest pê kir 92 rûniştinan dewam kir û biryar 30´ê Nîsana bihurî hat eşkerekirin. Li Veysel S. 4 sal û 3 meh, li K. 4 sala ceza hat birrîn, her du hîna di hepsê de ne. Ozkan T. tehliye bû; Evrim A. û Cihan A. jî bi şert hatin berdan. 

- Demeke kurt piştî serdana Merkel a Tirkiyeyê siyasetvanê Kurd Gokmen Ç. 2’yê Çileyê 2020’an hat girtin. Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê 19´ê Sibata 2021´ê li Gokmen 3 sal 5 meh cezayê hepsê birrî. 

- Mustafa Ç. Çileyê 2020’an hat girtin. 17’ê Îlonê Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê 2 sal û 7 meh cezayê birrî. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.