Elmanya ji Helebce ne bêrî ye

Sêşem 16 Adar 2021 - 02:04

  • Ev 33 sal in Elmanya Federal dixwaze xwe nede ber barê berpirsiyariya xwe û şirketên xwe di qirkirina Kurdan di Enfalê de û nexasim jî di kîmyabarandina bi ser Helebceyê de. Lê belge îsbat dikin ku piştî rejîma Beesê di rêza duyê de ew berpirsiyar e. 

LUQMAN GULDIVÊ

Dema ku 16´ê Adara 1988´an piştî bombekirina bajarê Helebce bêhna sêvan li kuçeyan belav bû, navê nû yê mirineke komî jî peyde dibû. Jehra kîmyewî bi hezaran ji xelkê bajêr dan ber xwe, nefes li wan çikand, çav, difn û laşê wan şewitand. Lê, tevî ku qiyamet rabû jî, dê weledê xwe neavêt: Wêne û dîmenên dayik, bav û kalên xwe kirî mertal ji zarok û neviyên xwe re di heman demê de bûn abîdeyên vê qirkirinê di bîr û kewarên hafizeya me de.

Bêhna sêvan, zarokên mîna di xewê de li kolanan dirêjkirî, xelkê ku xwe bi hewar gihandî romorkên traktor, pîkap û kamyonetan û wisa, weke ku dem tevizî be, dewran hew bigere li wir bist bûyî, bûn sembolên sereke yên qirkirinê û nîşanên sereke trawmaya zarokên porgijolî ji wê qirê filitî. Û ne bi tenê ji bo wan ji bo tevahiya miletê Kurd, Enfal û nexasim jî Helebce veguherîn trawmayeke civakî û komî ku îro jî bi 'Hewar'a Seydayê Tîrêj ya li ser Helebce aş û aram nabe.

Ne yek û du "pênc hezar" can

Em li hejmaran û daneyên zuwa vegerin: Bêhtirî 5 hezar mirovî, wê kêliyê û bi derbekê jiyana xwe ji dest da, bi hezarên din di encamê de piştê bi meh yan jî çend salan jiyana xwe ji dest da. Bêhtirî deh hezar mirovî birîndar bûn û gelek ji wan hîna jî ji birînên xwe rehet nebûne. Bi ser vê de jî piştî bi 33 salan ax û erda bajêr jî bi jehrî ketiye, li tevahiya Rojhilata Navîn cihê ku herî zêde zarok ji ber jinan diçin, herî zêde nexweşiya pênceşêrê nexasim jî ya rûvî û ciger lê dide der ev erd in. Çiqasî rijî bin jî ev dane behsa kûrbûna birîna li Helebce dikin.

Di salvegera 25´an a qirkirina li Helebce de yanî sala 2013´an (rûniştin bveriya salvegerê bi 2 roja 14´ê Adarê bû) li Parlemana Federala a Elman rûniştineke taybet pêk hat. Di vê rûniştinê de qisekeran li ser navê komên xwe xemgînî û dilêşa xwe ya ji ber êrişa bi gazên kîmyewî îfade kir, û hinan ji wan jî behsa alîkariya bi mexdûran re kir; hingê bi tenê Partiya Çep (Die Linke) di axaftina xwe de xwest Enfal û Helebce weke qirkirina li dijî miletê Kurd bi awayekî fermî werin naskirin.

Tişta balkêş di rûniştina 14´ê Adara 2013´an de ew bû ku hema hema tevahiya qisekeran li ser li hev kiribû ku bibêjin, lê ti berpirsiyarî û gunehê meqam û hikûmetên federal di vê bûyerê de nîne. Heta li ser navê partiya sosyal-demokrat SPD, parlemanter Uta Zapf sûnd di ber hikûmeta hingê de dixwar ku di vê meseleyê de ti berpirsiyariya wê nîne. 

Elman serkêş bûn

Mesele Enfal e, mesele bi gazên kîmyewî qirkirina Kurdan e, hûn çima li xwe diqewimînin? Ka ez behsa çend agahiyan Cara ewil, hikûmeta federal a Elman sala 1984´an di biwara bernameya hilberîna sîlehên kîmyewî ya Iraqê de agahdar dibe, lê hingê ew weke ku hîç haya wê jê nebe tevgeriyaye. Encama vê jî bû ew ku ji sedî 90´ê madeyên xam û teknolojiya ji bo hilberîna jehra kîmyewî ji Elmanyayê (hem BRD û hem jî DDR) hatin kirrîn.
Ha ji ber vê yekê "hevberpirsiyariya Elmanyayê" bi israr tê redkirin ji aliyê siyasetvanên Elman ve. 

Dîroka firotina mirina bi bêhna sêvan

Ew jehra bi bêhna sêvan a ku hîna reş li erdê, bi ser Helebce de hat barandin "gaza-sinîr VX" e. Ne teknolojiya Iraqê hebû vê gazê hilberîne, ne jî maddeyên pêwîst di destê wê de hebûn. Ango kujerê Kurdan, Sedam Huseyin neçar bû hem teknolojiyê û hem jî van maddeyan bikire. Sedam beriya wê jî xwestibû bi teknolojiya ji Franseyê bikire, hem reaktorên atomê ava bike û hem jî paşê bi vê teknolojiyê bombeya atomê hilberîne. Sedam bi mulaqatekê sala 1975´an li vê mikur dihat dema ji rojnameyeke Libnanî re dipeyivî. Bi her halî Îsraîlê beriya ev reaktor bixebitin, sala 1981´ê ew bi erdê re kirin yek.

Sedam ji bo ku di şerê li dijî Îranê de bi kar bîne, hewl da sîlehên biyolojîk jî hilberîne. Bi qasî ku ji lêkolînên senatoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên sala 2002´yan diyar dibe, rêveberiyên DYE´yê yên Ronald Reagen (heta 1990´î) û George Bush (sala 1990´î) alîkarî kirine bi Iraqê re ji bo vê yekê. Li vir peyva "teknolojiya" hatiye firotin dikare "dual" were bikaranîn, bahane ye. Dual ango bi du rengan: sivîl û eskerî.

Bi belge Elmanya hosteyê mirinê ye

Bi herhalî heta beriya bi çend salan bi tenê raporên rojnamevanî û îdîayên bi kêm belge hebûn ji bo ku mirov zanibe ka kê çiqasî bi destê dîktatoriya Beesê girt da ku çekên kîmyewî hilberîne. Dema sala 2016´an meha Kanûnê Iraqê lîsteya kirryariyên xwe yên eskerî da Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êdî dinya alem pê hisiya ku ji Elmanyayê 80 şirket tevlî vî karî bûne û di nava van de MBB, Daimer-Benz, Preussag, MAN, Degussa, Hochtief, Siemens, Gildemeister jî hene. Yên ku xwe ji vê bazarê nehiştî li DYE´yê 24 şirket bûn, di nava wan de Hewlett Packard, Honeywell, Rockwell, Bechtel, Unisys jî hebûn. Fransayê jî bi deh şirketan xwe tevlî vê bazara mirinê kiribû ku di nava wan de Aerospatiale, Matra Espace û şirketa Elman-Fransî Euromissile jî hebûn.

Helebce Halepçe
Afîşa GfbV ya firotina sîlehan şermezar dike, balê dibe ser Helebce û dagirkirina Efrînê

Ji bo milyarek dolarî

Helbet bazareke bi milyarek dolarên hingê gelekî mezin bû. Daxwaza Iraqê ya kirrîna sîlehan di şerê Îran û Iraqê de ya bê dawî jî potensiyela mezinbûna vê bazarê derdixist hole; dikir ku şirket û welat ha ha reqabetê bikin. Herçî sîlehên hişk ên ji bo şerekî bejahî bûn, ji Sovyetan dihatin peydakirin, balefirên Iraqê bi pirranî ji Franseyê dihatin kirrîn.

Mirov ji xwe dipirse, lê çima evqas şirketên Elmanan hene di bazara bi Sedam Huseyin re? Bersiv dema mirov bi hûrgiliyên meseleyê jî ilam dibe, xwe bi xwe li xwe mikur tê: Di wan eşya, teknolojî û madeyan de ku weke "metayên dual" tên binavkirin, lîder Elmanya ye û li pişt wê jî DYE tê. Bi vê teknolojiyê û bi van madeyan, Iraqê pîşesaziya sîlehan ava kir ku wê ji bo welatiyên wê û cîranên wê, pê re jî ji bo tevahiya mirovahiyê bibûya tehlûkeyeke mezin.

Iraqê di şerê li dijî Îranê de gelek caran sîlehên kîmyewî bi kar anîn û Desteya Ewlekariyê 21´ê Adara 1986´an bi biryarekê Iraq şermezar kir û xwest bikaranîna van sîlehên li dijî hiqûqa navneteweyî rawestîne. 

Bazarê serê xwe bi komkujiyan neêşand

Lê vê biryarê ne tesîr kir li Iraq a Saddam Huseyîn û ne jî li şirketên pê re kar dikir ku pirraniya wan û nexasim jî yên sereke ji Elmanyayê bûn. Haya Komara Elman a Federal ji vê hebû, çawa ku me li jor behsa wê kir û ti tişa nekir, ne ji bo derxistina qanûnên kontrolkirina şirketan, ne jî ji bo astengkirina şirketên bi Saddam Huseyîn re kar dikin. Li ser pirseke rojnamevanekî, serokwezîrê Elmanyayê yê hingê, Helmut Kohl wê bigota: "Ji bo me ya girîng ew agahî ne ku dikarin li pêşberî dadgehê werin bikaranîn. Helbet agahî li ber destê me hebûn, lê min nikarîbû wan li pêşberî dadgehê bi kar bînim. Ne mafê min, ê hikûmeta min e ku em welatiyan, saziyan û şirketan gunehbar bikin, heke ji bo vê delîl nebin."

Tevî delîlan jî bê helwêst ma

Ya rastî delîl û agahî hebûn li ser wê yekê ku teknolojî û madeyên qaşo ji bo avakirina fabrîkeyên zibil hatine firotin, ji bo avakirina fabrîkeyên jehra kîmyewî hatine bikaranîn. Tevî vê jî hikûmeta Elman serê xwe ji van agahiyan neêşandibû. Ne kontrolkirina şirketan dijwar kiribû û ne jî lê fikirîbû ku bi bingeh û guhertineke qanûnî tevahiya bazarên bi vî rengî qedexe bike. Agahiya li jor me behsa wê kir a sala 1984´an jî ya CIA´yê bû ku hikûmeta federal a Elman agahdar kiribû ji wê yekê ku Iraq fabrîkeyeke sîlehên kîmyewî dixebitîne, ev fabrîke ji aliyê Elmanan û bi teknolojiya Elmanan hatiye avakirin.

Jixwe îro êdî em pê dizanin ku ji destpêka salên 1980´yî ve Elman li Iraqê mirinê ava dikin, hosteyê mirinê li Iraqê bi navê fabrîkeyên hilberîna sivîl, fabrîkeyên hilberîna dermanan, fabrîke avakirin li Samara: Hosteya sereke jî şirketa Elman Water Engineering Trading WET (li Hamburgê) bû, şirketeke ku piştî karê xwe qedand hat fesixkirin. Herçî madeyên firotanê didan vê şirketê jî hemû Elman bûn. Agahiyên CIA´yê Çileyê 1984´an, nûçeyeke New York Timesa Adara 1984´an dinya alem û hikûmeta Elman ji vê yekê agahdar kiribû. Lê dema ku pirsiyareke parlemanî ji hikûmetê hat kirin, Nîsana 1984´an ji hikûmetê Wezîrê Dewletê Norbert Gansel (CDU) got, fabrîke û beşên wê yên ku şirketa Kolb / Pilot Plant firotî, nikare ji bo hilberîna gazên sinîr were bikaranîn.

Zû pêhisiyan, lê xwe kerr kirin

Ev halê hikûmeta Elman, eşkere nîşan dide ku wan bi gunehê xwe dizanî, lê hem xwestin şirketên xwe biparêzin û hem jî bazara xwe bi Iraqê re dewam bikin. Lewma li ser pirseke piştî bi çar salan, Kanûna 1988´an ango 9 mehan piştî êrişa li dijî Helebce, li ser navê hikûmetê Wezîrê Aboriyê, Martin Bangemann (FDP) wê bigota; "Ti agahiya me nîne der barê wê yekê de ku şirketên Elman tevlî şerê bi gazên kîmyewî bûbin."

Ev tatêl, hizr û fikra li dora bazarê digere ya hikûmeta Elman, xwe ji berpirsiyariyê bi israr dûr digire. Lê heman hikûmetê Sibata 1991´ê wezîrê Kare Hundir ê Elman Hans-Dietrich Genscher şand Îsraîlê û di berîka wî de jî çekeke buhayê wê 250 milyon markî hebû. Ev pere weke "alîkariya insanî" (di rastiyê de tezmînat) hatin terîfkirin: Iraqê roket avêtibûn Îsraîlê û ev roket heke teknolojiya Elman nebûya, wê negihiştana Îsraîlê.

Elmanya xwe nade ber berpirsiyariya xwe, hem jî bi israr, lewma tesîrên Enfalê, çekên kîmyewî îro jî dewam dikin. Tevî ku Iraqê ev curim weke qirkirinê qebûl kir jî, berpirsiyarê di rêza diduyan de, ev yek qebûl nekir. Sala 2013´an jî qebûl nekir. Ji ber ku ew qenc bi gunehê xwe dizane, heke qebûl bike, ditirse ku berdêla wê bide. Hesabê wê hê jî ev e. 

 

Dinya xera kir li "Aştiya herêmê" difikire*

Deutsche Welle (DW) ya Erebî Sibata 2019´an daxuyaniyeke serokwezîra Elman Angela Merkel weşandibû, û wê digot, dewleta Kurdî ya serbixwe wê zirarê li aştiya herêmê bike. Li ser vê gotinê, rojnamevan Seth J. Frantzman nivîsek ji Jarusalem Postê re nivîsî bi sernivîsa "Elmanyaya ku Sedam Huseyin çekdar kir, dibêje dewleta Kurdan wê zirarê bike li aştiyê." Nivîskarî bi bîr xist ku di dema Enfalê de gelek şirketên Elmanyayê pişta Sedam girtine, lê hikûmeta Elman ji vê ti carî aciz nebûye. Wî wekî din  gotareke di Berkeley Journal of International Law sala 2013´an bi bîr xist. Vî gotarê Elmanya bi "Hevkariya qirrkirina li dijî Kurdan" tevî Sedam Huseyin gunehbar kiribû. Nivîskar ev lome jî ji Kurdan kiribû: "Xwendekarên Kurd ji Merkelê nepirsîn ka rola Elmanyayê di bigurçûpêçkirina Sedam çi bû, yan jî ka Elmanyayê di sedsala 20´an de çi şer dane dest pê kirin."

* Ser nivîsa nûçeya me ya 22´yê Sibata 2019´an bû.



Hewldanên Die Linke

Partiya Çep (Die Linke) ya Elman dixwaze di salvegera qirkirinê li helebce de Enfalê careke din weke qirkirin (jenosîd) bide qebûlkirin. Ew dixwaze her wiha îşaret bi sûc û rola şirketên Elman jî bike.

Di pêşnûmaya partiya Çep de tê gotin, "Bila Meclîsa Federal tinekirina organîzekirî ya xelkê Kurd û hindikahiyên din weke qirkirin li gorî konvensiyona Netyeweyên Yekbûyî qebûl bike."

Partiya Çep wekî din dixwaze melîsa federal a Elman "ji ber hevkariya şirketên Elman di avakirina cebilxaneya kîmyewî ya rejîma Iraqê de şerma xwe ya giran îafde bike. Li gorî mifetişên Neteweyên Yekbûyî, bêhtirî nîvê teknolojiya ji bo bernameya sêlehên kîmyewî ya Iraqê ji Elmanyayê bûye." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.