Êlihê şehîda xwe sparte axê

Şemî 31 Tebax 2024 - 02:50

Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ku dewleta tirk di êrişa SÎHA’yê de ew qetil kir, li bajarê xwe bi tevlibûna sedan kesan hate veşartin. Cenazeyê Tara ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin, piştî karûbarên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Şirnexê anîn Êlihê. Cenazeyê ku li vir bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” , “Jin jiyan azadî” û “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” hate pêşwazîkirin, bi konvoyeke ji sedan wesayîtan anîn Taxa Tilmerc. Jinên ku cenazeyê Tara hilgirtin, xwestin heta Goristana Tilmerc a ku wê lê bê veşartin bibin. Polêsan êrişî girseyî ku bi dirûşmeyan cenaze dibir kirin. Hate xwestin ku tenê malbata Tara û parlamenter tev li merasîma veşartina cenazeyi bibin. Li dijî vê yekê girseyê bi dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Şehîd namirin” bersiv da polîsên ku êrişî wan kirin. Dema wergirtina cenaze ya goristanê de parlamenterên DEM Partiyê Zekî Îrmez û Sabahat Erdogan Saritaş hatin derbkirin. Malbat û jinên ku bi berxwedanê ketin hundir, cenazeyê Gulistan Tarayê veşartin. Qûrnefîl û wênekeş danîn ser gora Tara. Kekê Tarayê, Ahmet Bulent Tetîk ê li ser gorê axivî û got:“Rêya çapemeniya azad rêyeke pîroz e, me dilsoziya hevrêyên Gulistanê ya bîranîna Gulistanê dît. Me li Silêmaniyê jî dilsoziya hevalên wê ya Gulistanê dît.” Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû jî got:“Em di konaxa dawî de bûne şahidê yek ji mînakên herî zelal ên êrîşên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li dijî gelê me. Li aliyê din, hedefa bingehîn a hikûmetê her tim jin e. Em weke peyhatiyên jinên ku têkoşînê dikin em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Jin jiyan azadî." Piştî veşartina cenaze birayê Gulîstan Tara Mûstafa Mesût Tekîk ji gelê ku li goristanê disekinin re axivî û wiha got: “Em weke malbat û hevrêyên Gulistanê ji gelê kurd re soz didin. Heta ku aştî were ser vê axê em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Li eywana civîn û dawetê ya li taxa Pazaryeriyê wê şîn bê danîn.  

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.