Elewîtî bû diyanet

Nûçeyên Dîaspora

În 11 Kanûn 2020 - 22:30

  • Huseyin Mat: çûna serî ya vê doza me ya heq, bersiva herî manedar e li dijî senteza Tirk-Îslam a ku bi sedsalan e me înkar dike, hewl dide asîmîle bike.

Li Eyaleta Elmanyayê Nordrhein-Westfalenê (NRW) Elewîtî di asta herî jor de weke "Civaka Baweriyê" qebûl kir. Ji niha û pê ve Elewîtî wê weke komên din ên baweriyê di heman astê de bê dîtin û wisa miamele pê re bê kirin. Mafên civakê jî wê weke civakên din ên baweriyê bin.
Biryar li ser pêşniyaza desteya wezîran û qebûla serokwezîrê eyaletê, pêr li parlamena NRW hat dayîn. Biryar dibêje, Elewîtî civakeke baweriyê ye. Biryarên desteya wezîran li parlamenê hatin xwendin û Elewî weke "kesayeteke hiqûqî ya giştî" hatin qebûlkirin. 

Maf hemû hatin bidestxistin

Federasyona Yekîtiyên Elewî li Elmanyayê (AABF) got, biryar destketiyeke dîrokî ye. Serokê AABF´yê Huseyin Mat li ber parlamena NRW ya li Dusseldorfê daxuyaniyek da. Wî got, "Ev rojeke dîrokî ye. Bi rûniştina li parlamenê biryareke bi sed hezaran Elewiyên li Elmanyayê elaqedar dike, hat dayîn. Ev li dinyayê cara pêşiyê biryareke welê tê dayîn. Bi vê destketiyê, mafên me hemû yên ku em li gorî destûra bingehîn doza wan dikin, hemû hatin bidestxistin."

Wî got, 30 sal in, ew ji bo mafên xwe li Elmanyayê têdikoşin. Mat li ser maneya biryarê jî got, "Qebûlkirina weke kesayeteke hiqûqî ya giştî" statuyeke nû ye û gelek mafan dide wan û hin ji wan wisa kirin rêz: 

* Çi maf û erkên dêran hebin, niha ew maf û erkên Elewiyan jî hene.
* Elewî bûn partnerekî dewletê.
* Xweseriya Elewiyan xurttir dibe.  
* Hiqûqeke wan a navxweyî dikare hebe.
* Îmtiyazên wan ên bacî û xercê wê hebin.
* Ji fonên alîkariya madî wê sûdê wergirin.

Misogeriya destûrî çû serî

Li gorî Mat, "Bi biryarê bawerî û nirxên me ketin ber ewlehiya destûrî û dewleta Elman. Wekî din çûna serî ya vê doza me ya heq, bersiva herî manedar e li dijî senteza Tirk-Îslam a ku bi sedsalan e me înkar dike, hewl dide asîmîle bike û me dike ´yên din´."

300 malên cemê (cemxaneyên) ser bi Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewrûpayê (AABK) hene, 160 ji van li Elmanyayê. AABF´yê sala 2012´an bi eyaleta Hamburgê re, sala 2013´an bi Niedersachsenê re, sala 2014´an bi Bremenê re û herî dawî sala 2019´an bi Rheinland-Pfalzê re li ser Wekheviya Mafan peymanek mohr kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.