El Qaîde li Girê Spî bi cih dibe

Yekşem 12 Adar 2023 - 15:35

Çavkaniyên herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî didin zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam yanî çeteyên E-Qaîdeyê li Sûriyê, li kantona Girê Spî desthilata xwe berfireh dikin û piştî qelsbûna serweriya çeteyên ′Artêşa Nîştimanî′ yên dewleta Tirk a dagirker, wan dest daniye ser cihekî nû yê stratejîk.

Çavkaniyeke herêmî ji kantona Girê Spî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ya di lîsteya terorê de, malên Bethawî yên li nêzî mezreya Ermen a li başûrê rojavayê bajarokê Eyn Erûsê weke nuqteya duyemîn bi kar tînin.

Di 31′ê Cotmeha 2022′yan de zêdetirî 60 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ji Tirkiyeyê ber bi kantona Girê Spî ve çûbpn û ev yek hatibû belgekirin. Ew çete li gundê Yabîse bi cih bûne. Yabîs 3 kîlometreyan li rojavayê kantona Girê Spî ye. Lê çeteyên Feyleq El Mecid ên dewleta Tirk a dagirker ku li wê herêmê bûne, ber bi gundê Xirbet El Feres ve vekişîne. Ev gund 20 kîlometreyan li başûrê Girê Spî ye.

Bi bicihbûna çeteyên HTŞ`ê li vê nuqteyê re, êdî El-Qaîde rêya di navbera Girê Spî û Eyn Erûsê de, rêyên Girê Spî-Kobanê, Girê Spî-Reqayê kontrol dike.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide beş bi beş çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li herêmên kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih bike.

ANHA / EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.