Di salên dawî de li bajarê Agiriyê gulberoj tên çandin. Gulberojên ku bejna wan bi ser serê mirovan dikeve, efsûniya xwe li mirovan dike. Li gelek deverên Agiriyê zeviyên gulberojan hene û hem bala welatiyan hem jî bala wênegiran dikişînin ser xwe. Zeviyên gulberojan ên li ser rêya bejahiyê ya di navbera Agirî û navçeya wê Panosê de, bi dîmenên xwe rengîn û efsûnî xwe radixin ber çavan.
MA/AGIRÎ
Wêne: ADNAN BÎLEN