Ka wicdan û exlaqê we!

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 21:15

  • Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê rêxistinên civaka sivîl ên penaberên Efrînî li Şehbayê ji bo rakirina ambargoya li ser wan û ji bo kêmkirina azarên penaberan û vegera wan a li warê wan, ji dinyayê xwest destekê bide wan.  

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye û saziyên civaka sivîl ên Şehbayê, bang li rêxistinên cîhanî kir da ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hemberî koçberên Efrînê bi cih bînin ku ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya hikûmeta Şamê azaran dikişînin.

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye û saziyên civaka sivîl ên Şehbayê daxuyaniyeke hevpar da û bang li civaka navneteweyî kirin da ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî xelk û xwezaya Efrînê bên bidawîkirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên rêxistin û saziyên civaka sivîl li Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate xwendin.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Leyla Mehmûd daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de wan bal bire ser Roja Aştiyê ya Cîhanê û got, "Ji ber giringiya aştiyê li Cîhanê, Neteweyên Yekbûyî sala 1981’ê bi biryara 6726'an, 1'ê Îlonê wekî roja aştiyê ya navneteweyî ragihand da ku nirxên bilind ê aştiyê di navbera netewe û gelan de xurt bike û tevahiya mafên mirovan werin misogerkirin."

Li Efrînê dinya wêran kirin

Di dewamê de rêxistinan bal bire ser rewşa Sûriyê û got, “Em sûriyeyî, bi çavê xwe bandora qirêjiya hewayî ya ji çekên ku di şer de tên bikaranîn, dibînin. Ji zêdetirî 8 salan ve ye, çek tên bikaranîn, di encamê de mirov hatin qetilkirin, jîngeh û binsazî hatin wêrankirin û hewa qirêj bû. Tevahiya cûreyên çekan, heta yên kîmyewî yên qedexekirî, gelek caran li herêmê hatin bikaranîn. Dar hatin birrîn û zevî hatin şewitanin. Mînaka li herêma Efrînê, ji bingehê 33 hezar hêktar, zêdetirî 12 hezar hektar zeviyên çandiniyê hatin şewitandin, zêdetirî 400 hezar dar ji aliyê dagirkeriya Tirk û çekdarên dagirkeriyê ve hatin birrîn."

Destekê bidin xelkê Efrînê

Di daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên cîhanî û tevahiya rêxistinên mirovî hate kirin û hat gotin, "Destekê bidin me da ku em daxwaza xwe ya pêkanîna aştiyeke adilane, dûrî şer, tundiya dînî, etnîkî, îdeolojîk û neteweyî bi cih bînin. Em destekê bidin diyalog û serdestiya qanûn û edaleta civakî. Em dibêjin, destekê bidin me da ku em aştiyê pêk bînin û kiryarên dijminane rawestînin û rûmet û jiyana xwe biparêzin. Destekê bidin me da ku gef û destwerdanên derve yên herêmî û navneteweyî yên dibin sedema wêranî û nebûna ewlehiyê, rawestin."

Ji bo alîkariya penaberên ji Efrînê tiştekî nakin

Sazî û rêxistinan di daxuyaniyê de her wiha bal bire ser rewşa koçberên Efrînê û azarên ku di her aliyî de ew dikişînin û wan got, "Erka civaka navneteweyî ye ku koçberan biparêze, lewma ew beşê herî zêde dikeve ber tehlûkeyan e li cîhanê. Em vê yekê li kampên koçberên efrînî û herêmên koçberiya wan nabînin, aliyên têkildar heger dewlet bin yan jî rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bin, tiştekî nakin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî jin û zarokan, komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, Komseriya Kar û Barên Penaberaên a NY, rêxistinên mafên mirovan hate kirin da ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî, beriya erkê qanûnî bi cih bînin, desteka pêwîst bidin, rewşa kampan û koçberan baş bikin, li dawazên wan guhdarî bikin da ku jiyaneke layîqî mirovan bijîn, dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û garantiya vegera koçberan li warê xwe bidin.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.