Efrîn wê rizgar bibe

Çarşem 22 Adar 2023 - 00:35

  • Li Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sed hezaran kesî li meydanên Newrozê xwesî li xweseriyê derketin û doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Newroz îsal li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" hat lidarxistin. Ji Qamişlo heta bi Reqayê bi sedhezaran kesî li meydanan Newroz pîroz kir û peyama bidawîkirina dagirkeriyê da.  

QAMIŞLO: Bi beşdarbûna bi hezaran kesên ji Qamişloyê û navçeya wê Til Hemîsê pîrozbahiya Newrozê li meydana Newrozê ya li bajarokê Hîmo li dar ket. Piştî guhdarîkirina li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya Newrozê, endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif got,”Ji 50 salî ve, Rêber Apo ji bo me têdikoşe. Pergala Îmraliyê pergaleke nû li dijî tevahiya gelan e. Em ê Newroza 2023ʹyan bikin Newroza şikandina pergala Îmraliyê û destpêka pêngaveke nû ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî û têkoşîna li hemberî dagirkeriyê. Em bi hev re bibêjin ku em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bîr nekin, em ê berxwedana xwe ji bo rizgarkirina wan bidomînin.”

HESEKÊ: Newroza Hesekê bi dirûşma ′Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin′ li herêma bendava rojhilatê bajêr, pêk hat. Piştî agirê Newrozê hat pêxistin, beşdarên pîrozbahiyê li peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê, wate û girîniya wê guhdarî kir. Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso Cejna Newrozê li tevahî gelan pîroz kir û got: "Me hêvî dikir ku Newroza 2023′yan bi coşeke mezintir pêşwazî bikin. Lê agahiya şehîdbûna 9 şervanên YAT′ê em êşandin. Ji lew re em sersaxiyê ji gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin. Divê Newroz bibe Newroza serkeftin û aştiyê. Rêber Ocalan ruhê Newrozê ji nû de vejand. Ji lew re, divê gelê me ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêxistina xwe xurttir bike, 2023′yan bike sala azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.”

ŞEHBA: Newroz li gundê Elûşe yê navçeya Ehdasê yê kantona Şehbayê hat pîrozkirin. Piştî pêxistina meşaleya Newrozê, beşdaran li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê de guhdarî kir. Piştre nameya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya der barê Newrozê de hat xwendin. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah bal kişand ser êrişa komên çete ya li dijî pîrozbahiya Newrozê ya li Cindirêsê û got, “Em ê Efrînê rizgar bikin û careke din agirê Newrozê li çiyayê Kurmanc pêxin. Ti hêz yan dagirker nikarin agirê Newrozê vemirînin.”

KOBANE: Pîrozbahiya Newrozê ya li ser girê Miştenûr pêk hat. Piştî pêxistina meşaleya Newrozê û rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got;"Bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk, em ê Newrozê ji tevahî mirovahiyê û gelên cîhanê re bikin çandek.” Hevseroka TEV-DEMʹê Rûken Ehmed jî got;“Rêbertî biryara domandina meşa azadiyê da û wî Îmralî kir dibistanek. Berxwedana li ser xeta Rêbertiyê dewam dike." Dayika şehîd Andok*, Ute Gedig jî kêfxweşiya xwe anî ziman got, şehîd Andok îsbat kir ku şoreşa Rojava û ramanên Rêber Abdullah Ocalan dozeke mirovî ne.

REQA: Meclisa Sivîl a Reqayê şahiya Newrozê li Qada Fakulteya Çandiniyê ya berê ya li Çerxerêya Firosiyê ya li aliyê bakurrojavayê Reqayê, li dar xist. Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl got; "Em vê boneyê li rêberê neteweyî Abdullah Ocalan pîroz dikin. Her wiha li gelê xwe yê Kurd, gelê berxwedêr ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pîroz dikin. Em soz didin ku em ê Newroza îsal bikin destpêka qonaxa nû ya têkoşîn û berxwedanê heta gihandina Sûriyeyê ber bi civakeke yekgirtî, demokratîk û nenavendî.” Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen El Xelef jî Newroz li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got, “Da ku tevahî cîhan bizane ku ev gel hevgirtî ye û di berxwedan û têkoşînê de heta ku Newroza 2023′yan bibe cejna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, dewam dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

 

* Andok şervaneke enternasyonalîst a ji Elmanyayê ye bû û di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê yên sala 2019ʹan de şehîd bûbû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.