Êdî ne sefîrê muzîka Kurdî ye

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Sibat 2023 - 04:52

SILÊMANÊZAXURANÎ

 

Stranbêj û muzîkjenê Kurd ê li Parîsê, Rûşan Filiztek ji Amedê ye. Ji bilî dengê xwe û tenbûrê, ew li gelek sazên din ên weke ûdê jî dixe. Ew bi van muzîka ji Kurdistanê û ya ji deverên din kamil dike. Rûşan Filiztek beriya her tiştî întrumentîstek e. Ew radihêje sazekê, û her saza ku lêdixe, di destê wî de vediguhere serhatîbêjekê. Peywendiya wî ya pêşî ya bi sazan re bi bavê wî dest pê kiriye; bavê wî ew hînî lêxistina tembûrê kiriye.

Tembûra ku ew weke saz bi nav dike, ji bo wî dewam dengê mirov e. Ev tembûra ku li nav komên weke Ehlî Heqq, Êzîdî û Elewiyan de pîroz e, navê wê biguhere jî ji bo muzîka gelêrî li gelek welatan bivênevê ye. Rûşan Filiztek tembûrê [ew jê re saz dibêje] bi kar tîne da ku stranên gelêrî yan jî yên ji rêûresmekê ji nû ve şirove bike. Lê carinan jî ew tenê tembûrê weke saz bi kar tîne. 

Rûşan Filiztek sala 2015´an çû Fransayê da ku xwendina xwe ya zanîngehê dewam bike. Wî etnomuzîkolojî xwend û dest bi dana konseran û gotina stranan kir. Îro roj ew Fransî jî di navê de bi gelek zimanan stranan dibêje. 

Di albuma wî ya sala 2021´ê de bi etîketa "Accords" derket, straneke bi îlhama ji repertuwara stranên gelêrî yên Brotonî dibînin. Di dema festîvaleke muzîkê de Rûşan Filiztek ev stran bihîstiye. Ji bo Rûşan Filiztek ya muhim ne otantîkbûn yan jî bûna ji komeke civakî ye yan jî repertuwarekê ye. Ew xwe weke stranbêjekî melodiyan dibîne. 

 

Melodiyan berhev dike 

Herçî melodiyên wî ne, ew wan li deverên diçiyê berhev dike. Beriya li Fransayê bi cih bibe, ew çûbû Gurcistan, Yewnanistan, Sûrî, Îran, Iraq û Ermenistanê jî. Di kitêbka albuma xwe de, ew wiha behsa van geran û tesîra wan li muzîka xwe dike: "Ez vê albumê bi hevdîtinên xwe hemûyan yên di navbera Mezopotamya, Yewnanistan, di navbera çol û deryayê de û li vir li Parîsê ava dikim." 

 

Muzîkjenê gerok

Rûşan Filiztek berê stran nedigitin, lê niha di her konserê de dengê wî tesîreke mezin li guhdaran dike. Rûşan Filiztek weke kurdekî ji Tirkiyê yê ku li Edenê mezin bûye, bi Kurdî û Tirkî stran digotin. Niha ew bi Ermenîkî û Yewnanî jî dibêje. Ji bo vê ew di kitêbka albuma xwe de dibêje: "Ez bi Yewnanî nizanim, ez bi Ermenîkî jî nizanim, lê ez dikarim muzîka wan şirove bikim".

Serê pêşî ji wî re sefîrê muzîka Kurdî hatibe gotin jî ji mêj êdî ew ne tenê sefîrê muzîka Kurdî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.