Edaleta dereng ne ti edalet e

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 01:45

Ferît Şenyaşar ê ku Nobeta Edaletê didomîne, diyar kir ku heke wezîrê nû berpirsiyariya xwe bi cih neyîne, ew ê pankarta “edalet” li serê nivîsandî, li Meclisê daliqîne.  

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ji 9’ê Adara 2021’ê ve didome. Çalakî di roja 806’an de ye. Doh çalakiyê li ber Edliyeya Rihayê dewam kir. 

Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li şûna xwe ya carê, nobeta edaletê girtin. 

Parlamenterê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) ê Rihayê Ferît Şenyaşar got, ew têkoşîna edaletê li Enqereyê didomîne û îro ji bo piştevaniya dayika xwe hatiye ber Edliyeya Rihayê. Şenyaşar got, “Ev 5 sal in em ji bo edaletê têdikoşin. Ez ê ji niha û şûn ve têkoşîna xwe ya edaletê li Enqereyê bidomînim. Dayika min jî heta ku edalet were, dê li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe bidomîne. Doh Wezîrê Dadê guherî. Yilmaz Tunç bû Wezîrê Edaletê yê nû. Banga me ji bo wî, ev e: bila pîrozbahiyan qebûl neke, li tevahiya welat bêedaletî heye. Berê me bi gelek rayedaran re hevdîtin kirin û got, ‘wextê ku dema wê hat wê rastî derkevin holê’.” 

Şenyaşar xwest ku doza qetlîamê biencam bibe û got, “Êdî bila her kes wezîfeya xwe bi cih bîne. Rastî li holê ne. Tê gotin, dîmenên kameraya nexweşxaneyê hatine dizîn. Em dibêjin, dîmen hene û em dizanin ku di arşîva dewletê de ne. Her kesê ku li pêşiya rastiyan dibe asteng, şirîkê vî sûcî ye. Heke Wezîrê Dadê yê nû tişta pêwîst bi cih neyîne, ez û dayika xwe em ê vê pankartê li Meclîsa Enqereyê daliqînin. Em ê li ber deriyê Wezareta Dadê daliqînin. Edaleta dereng, ne ti edalet e.” 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.