Ebrahim Abdi Jenekanlo neşînin ber sêdarê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 16 Kanûn 2020 - 16:25

  • Elmanya dixwaze Ebrahim Abdi Jenekanlo  dersînor bike. Malbata wî dibêje, ew bê dersînorkirin, li Îranê ew ê biçe ber sêdarê.

Ebrahim Abdi Jenekanlo ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber zilma dewleta Îranê li Elmanyayê doza penaberiyê kiribû. Lê belê meqamên Elman ne ku tenê doza wî red kirin, wan niha ew xistiye hepsa dersînorkirinê û di nava 10 rojan de dixwazin wî dersînor bikin.

Ebrahim Abdi Jenekanlo yê ji bajarê Makuyê gava ku ji hepsê bi şertê kontrola edlî tê berdan, bi qaçaxî xwe xilas dike û pena xwe dibe Elmanyayê. Birayekî  wî ji 26 salan ve di zindana rejîma Îranê de ye. Birayekî din jî di dema zindanê de ji ber êşkenceya dijwar bi temamî felc dibe û ji ber wê tê berdan. Dayika wî jî ji ber encama êşkenceyên giran ên di zindanê de piştî ku tê berdan jiyana xwe ji dest dide.

Ji malabata wî kesekî - em navê wî eşkere nakin - xwe bi rêya deng gihand me û got, xalekî  Ebrahim Abdi Jenekanlo berê hatiye darvekirin û heger wî jî dersîonor bikin û teslîmî Îranê bikin, ew jî wê bê bidarvekirin. Ji bo ku vê qeydiya deng ji me re bişîne, vî xizmê  Ebrahim Abdi Jenekanlo xwe gihandiye Silêmanî û ji Silêmanî ji me re ev qeydiya deng şiyandiye.

Parêzerê  Ebrahim Abdi Jenekanlo Necdal Dîşlî ye. Ji bo ku dersînorkirina wî bidin sekinandin, buroya Dîşlî  îtîraza xwe gihandiye dadgehê. Lê belê Meqamê Koçberiyê û Penaberiyê yê Federal (BAMF) dixwaze beriya biryara dadgehê  Ebrahim Abdi Jenekanlo dersînor bike.

Ji buroya parêzer Dîşlî ya li Dresdenê, Yûnis Behram da zanîn ku weke buro ew qaneh in ku dersînorkirina Ebrahim Abdi Jenekanlo, wê bike ku ew biçe sêdarê û bê bidarvekirin. Wî got, wan niha arzuhaleke giştî daye koma Partiya Keskan a di meclîsa federal de û li ser mijarê jî ew ê bi berdevkê siyaseta derve ya partiyê Omid Nouripour re ku bi xwe jî ji Îranê ye, bipeyivin û hewl bidin ku mijar li parlamenê jî bibe rojev.

DRESDEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.