DYE û NY’yê li Qibrisê dewleta Tirk red kir

Nûçeyên Cîhan

În 23 Tîrmeh 2021 - 04:58

  • Neteweyên Yekbûyî daxwaza deweta Tirk weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir. 

Wezareta Karên Derve ya DYE'yê, çareseriya 'bi du dewletan' a ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Qibrisa dagirkirî ferz dikir, red kir. Neteweyên Yekbûyî jî ev daxwaza deweta Tirk weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir. 

Ji payebilindên Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Victoria Nuland diyar kir ku DYE çareseriya bi du dewletan a li Qibrisê red dike.
Nuland got, "Em bawer dikin ku tenê bi lîderiya Qibrisê, pêvajoyeke bi du herêm û du civakan wê aştî û aramiyê bîne Qibrisê."
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken êvara Sêşemê daxuyaniyek dabû, jinûve vekirina Varoşa şermezar kiribû û gotibû, "Provokasyon nayê qebûlkirin" û nêzîkatiyeke wiha "Li dijî sozên hatine dayin e."

NY'yê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî bajarê Maraşê yê Qibrisa dagirkirî da û bang li Erdogan kir da ku dev ji pêngavên xwe yên sîqilandinê berde.

Sekreterê Giştî yê NY´ê Antonîo Guterres, bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan da û got, ew ji ber daxuyaniya Erdogan bi fikar in. Berdevkê Guterres, Farhan Haq jî bal bire ser biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê. Haq, da zanîn ku Guterres ji biryara Tirkiyeyê ya derbarê rûmên Qibrisê de bi fikar e: "Sekreterê Giştî ji bo çareseriyeke mayînde bang li aliyan dike da ku dev ji pêngavên xwe yên yekalî yên sîqilandinê berdin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.