Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd li ser êrişên li dijî Eyn Îsayê daxuyniyek da û got, "Rûsyayê ji wan nexwestiye ku Eyn Îsa radestî hikûmeta Şamê bikin." Wî li ser siyaseta Emerîkî ya Rojavayê Kurdistanê jî got, "Ew ê beramberî Rêveberiya Xweser û QSD´ê neguhere. Û Rêveberiya Biden jî wê desteka li dijî terorîzmê bide û ji bo ku Rêveberiya Xweser bibe aliyek ji muzakeriyên siyasî bixebite."
Bedran Çiya Kurd beriya daxuyaniyê bi heyetên Elman û Fînlandî re rûniştibû. Heyeta Elman ji bo teslîmgirtina DAIŞ´iyên Elman li Rojava bû. ANHA´yê nivîsî ku Rêveberê Karên Konslosxane û Koçberiyê ya Karên Derve ya Elmanyayê Kurt George Stockell Stell Fred serokatiya heyeta Elman kiriye.
QAMIŞLO