Nobeda Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 465'an de bi komeke nû ya ji bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, dewam dike.

Nobedarên vê hefteyê Ayvaz Ece, Bedran Aydenîz û Ayvaz Acar e. Ayvaz Ece bi navê komê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin û wê li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin. Ayvaz Ece bexwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û berxwedana girtiyan a li dijî tecrîdê silav kir.

Ayvaz Ece diyar kir ku ew bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û bi bîr xist ku di serî de Ewropa, mirovahî deyndarê Kurdan e ji ber ku Kurdan belaya serê cîhanê çeteyên DAÎŞ'ê têk birin.

STRASBOURG