Çalakiya nobedê ku bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 463'an de bi komek ji bajarê Duisburg ê Elmanyayê dewam dike. 

Nobedarên hefteya 463'an ji Duisburgê Xebat Taş, Îsmaîl Mînkara û Cemîl Tok in.

Xebat Taş bi navê komê daxuyanî da, berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê silav kir û destnîşan kir ku serketin wê ya gelê Kurd ê berxwedêr be.

Xebat Taş anî ziman ku di serî de li çar parçeyên Kurdistanê li her çar aliyên cîhanê gelê Kurd ji bo azadiya xwe şerekî mezin dimeşîne û diyar kir ku Nobeda Azadiyê jî di vê têkoşîna dîrokî ya Kurdan de çalakiya herî girîng a li Ewropayê ye.

Taş greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî û berxwedana dîrokî ya gerîla silav kir û bang li gelê Kurd kir ku rabe ser piyan.

NAVENDA NÛÇEYAN