ALÎ OZŞERÎK
LOZAN
Li Lozanê 7´ê Adarê hilbijartina meclîsa şaredariyê bi rê ve diçe, û du namzetên jin ên Kurdistanî jî di hilbijartinê de cihê xwe digirin. Civaka Kurd a Swîsreyê û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê destekê didin Sevgi Koyuncu û Derya Çelik. Herdu jî li bendê ne ku Kurdistanî wan bi dengên xwe yên bi tercîh hilbijêrin.
Ji bo serketina namzetan di hilbijartina meclisa şaredariyê de dengên bi tercîh gelekî muhim in. Sevgi Koyuncu ji Partiya Karkeran a Swsîreyê (POP), Derya Çelik jî ji Partiya Sosyalîst (SP) namzet e.
Ew ê bibin dengê jin û zarokan
Sevgi Koyuncu ev 12 sal in li Swîsreyê dimîne û mamostetiya baxçeyê zarokan û derguşxaneyê dike. Sevgi parazvana mafê mjirovan e. Ev 5 sal in ew li Komeleya Jinên Kurd a Kantona Vaudê LAJÎN´ê rêveber e. Ew di heman demê de endameke çalak a rêxistina jinan Grève Féminist e. Sevgi Koyuncu dibêje, "Ez difikirim ku çareseriya esas a pirsgirêkên jinên koçber û zarokên wan li meclîsa şaredariyê ye. Ji ber wê ez bûm namzet."
Heger bê hilbijartin mijarên wê yên li pêş wê bibin peydakirina derfetên kar ji bo jinên koçber û peydakirina cihên miqatebûna li zarokan.
Mijareke din a sereke ji bo siyaseta wê, dê bibe, têkoşîna li dijî cudakeriya li dijî koçber û hindikahiyan.
Ji bo civaka Kurd û koçberan
Namzeta din a Kurdistanî Derya Çelik ji mêj e li sirgûnê ye. Derya Çelik dibêje, di meclîsa şaredariyê de nûneriya koçberan kêm e û ji bo bibe dengê Kurdistanî û koçberan ew bûye namzet. Ji bo mijarên siyaseta xwe yên li pêş ew dibêje, "Ez ê nexasim, newekhevî û bêedaletiya di peydakirina kar de ya beramberî koçberên paşê li Lozanê bi cih bûne, bixim rojeva meclîsê."
Ew jî dixwaze şert û mercên jinên koçber baş bike: "Di nav civaka Kurd û civakên din ên koçberan de gelek kesên nexwende hene. Em ê tevî şaredariyê li çareseriya pirsgirêkên wan ên perwerde û peydakirina kar bigerin. Helbet, ji bo misogerkirina miqatebûna li zarokan, jiyana bê şidet, xwegihandina merciên biryardanê ji bo jinan, û rakirina astengiyên li pêşiya peydakirina kar ji bo ciwanan, em ê bi israr bixebitin."